Bi Kovitî, Rumetî û Qaçaxtî Jîyana Min
Elî Perîşan
Weşanên Pêrî
Stembol
Ji 1932an ve heyanî 2006an ez hin dijîm. Û tiştên bi serê min de hat û di jîyana min ve buhurîn, belko pir bihindikayî be jî weke nimûne min anî ser ziman û nivîsand. Ez çendî gerîyam min zor, zehmetî û cefa dît jî, ez tucarî ji fikra demokrasîyê û welateki azad û serbixwe nehatime xwarê. Û min mafen mirovan wekhevî û hezkirin di demokrasîyê de dît. Lê ne demokrasîyek çewt û gel bixapîne! Min rastî ne di îslamîyetê de, ne jî di xirîstîyanîyê de dît.
Gelo di cîhane de demokrasîyeke rastîn çêbe?! Edaleteke li ser wekhevîyê hebe?! Ev kuştin û qetlîam, kovîtî û qaçaxi dê çima çê bibin û bibin para me? Çima mirov ji bo rûmetîya xwe mecbûr bimîne ku kuştinê bide ber çavê xwe? Çima birçîtî û zehmetîyên dinê li me barbin? Wê çima herkes bi mafên xwe razî nebe? Di dewletên Ewrûpî de her çiqasî kêm be jî demokrasîyê tiştên xweş ava kirî ne. Di sosyalîzmê de dibêje “welatên ku kolonyalîzm tê dê hebe ew welat ne azad in!”
Lê eger demokrasî bê, wê wekhevî û biratî jî dê were! Ez hêvîdarim ji bo demokrasîyê, wekhevîyê, azadîyê û serxwebûnê şadî peyda bibe!
Divê ev rojên ku bê tirs gelê me yê Kurdistanê weke aştî tê de bijî jî dê werin!
Ez dixwazim bila dewlet ji bo pêwistîya gel hebe. Gel ji bona dewletê nebe. Ez dixwazim bila mirovayetî bi rumetbe!. Ez dixazim bila şer û buxiz nebe, aştî û hev hezkirina mirovayetîyê hebe û bila bi serkeve! Ji bo neteweyê cîhanê çi imkan hene bila ji bo neteweya me jî ev hebe! Êdî bese dijmin dîtîn û piçûk dîtîna neteweya me ya kurd û welatê me Kurdistan!
Êdî bese! Ez naxwazim tiştên ku ez û zarokên min tê de jîyane weke bi zîndan û bi rev, bila keseke dinê nejî. Her jîyanek bi rumet a xwezayî hebe, lê ne bi qaçaxi û kovîtî! Di mal û welat û cîhana mirovayetîyê de di cîhê xwe de azadî û serxwebûn bila hebe. De bila ev rojên şad û bextewar bila zu werin! Min xwest ku ez ji bona hesreta jîyanek bextewarî, jana dilê xwe daxinim nava vê kitêbê. Şadî, azadî, bextewarî û welatek serxwebûyî nebû para me, lêb ila her para we be! Min ev daxwaz çiqas bi cîh anî an jî neanî ev ji li ser nêrîn û bîryara we be! Ev qaçaxtî û kovitî bû para min, bila nebe para nêvîyên min.[1]