Di sala 1941ê de, li gundê Kûrekendê a ku li ser navçeya Êçmîadzînê li Ermenîstanê ji dayîk bûye. Rûniştvanên gund gişk kurdên êzdî bûn.
Ew heta klasa çaremîn li dibistana gund dixwîne, dû ra xwendina xwe li dibistana gundê cîran didomîne, ku gundê ermeniyan bû. Sala 1964an fakûlta fîzîk-matêmatîk ya Înstîtûta Yêrêvanê ya Pêdagogiyê temam dike. Sala 1975an ew têza xwe doktorayê dinivîse û dibe doktorê zanyariya kîmyayê. Salên dirêj li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê û Înstîtûtên Akadêmiya Armêniya da karê zanyariyê dike û gelek gotarên zanyarî çap dike. Gotara wî ya yekemîn sala 1961ê li rojnama Riya Teze çap dibe. Ji salên 60emîn dest pê kirî gelek gotar, şiîr û çîrokên wî li rûpêlê rojnama Riya Teze û bi radyoya Yêrêvanê tên belav kirin. Dor 12 salan gelek gotarên wî bi navê Ênsîklopêdiya Kurdî di radyoyê de dihatin belav kirin. Ew gotar ser dîrok, edebiyat û çanda kurdî bûn. Di wan da pirsên kurdayetiyê, yên rojane jî cîhê xwe digirtin. Bin bandora şorişa li Başûrê Kurdistanê, Tosinê Reşîd bi çend hevalên xwe va sala 1963an li Yêrêvanê komela kurdan ava dike. Wê demê ew yekemîn komela netewî bû li seranser Yekîtiya Sovyêtê.[2] Dûwarojê, ji bo hişyarkirin û geşkirina hestên kurdayetiyê ew gelek caran diçe nav kurdên Gurcistanê, Qazaxistanê, Qirqizistanê. Ji sala 1993an ve li Avstraliya dijî.
Berhemên Tosinê Reşîd
Kilamê Rê (helbest, 1975)
Zozan (helbest, 1984)
Nîvro (helbest, 1987)
Siyabend û Xecê (şano, 1988)
Şeva bê xew (çîrok, 2000)
Ji bo bîranîna Qanatê Kurdo (tevî Husên Hebeş, 2000)
Êzdiyatî Oleke Hê Jî Nenaskirî (lêkolîn,? 2004)
Min bêriya şevên spî kiriye (çîrok, 2005)
Mestûre, Serê Hêjayî Tac Bû (romana dirokî,2005)
Hin berhemên A. Pûşkîn, L. Tolstoy, A. Çêxov, A. Bûnîn, A. Voznêsênskî, A. Îsahakiyan, P. Sêvak wegerandine zimanê kurdî û çap kirine.