Navenda Ragîhandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku şervanê wan ê Amerîkayî Levi Jonathan Shirley li Minbicê şehîd bûye.
Di daxuyaniya ku ji bo ragîhandina şehadeta Shirley hatiye weşandin de wiha têye gotin:
“Şoreşa Rojava bo şoreşa mirovahiyê ye bala tevahiya cîhanê kişand ser xwe، ew jî bi berxwedaniya bê hempa ya ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û gelê Rojava dide nîşandan.
Rêhevalê me Agir Şervan yê bi eslê xwe ji Amerîkî ye، (Levi Jonathan Shirley) di Sibata 2015’an de cara yekemîn hat Rojava û tevlî refen YPG’ê bû. Hevalê Agir di pengava Sehîd Rûbar Qamislo de cihê xwe di eniya pêş de digirt، piştî rizgarkirina Çiyayê Kizwana Hevalê Agir vegeriya welatê xwe. Di çileya 2016’an de Hevalê Agir dîsa hat Rojava û cihê xwe di nav refên YPG’ê de girt û li kantona Cizîrê û kantona Kobanê tevlî xebatên parastina şoresê bû. Herî dawî Agir tevlî pengava Şehîd Ebû Leyla ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê bû.
Hevalê Agir di jiyana xwe de bi displîn û berpirsyartiyeke mezin dihat naskirin. Kesayet û terzê wî hertim bûn sedemên moral ji bo hemû hevalan. Di serî de Hevalê Agir bi cesaret û fedekarî dihat naskirin.
Em dikarin bêjin ku Şehîd Agir biratiya gelan xurt kir û asta azadiya gelê bindest bilind kir. Tekoşîna Rêheval Agir û berxwedana wî şoreşa Rojava hîn bêhtir dewlemend kir û navê xwe li dîroka biratiya Gelan neqişand.
Di dawiyê de em ji malbata şehîd Agir Şervan û tevahiya malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.”
Nasnamya şeîhd wiha ye:
Navê rast: Levi Jonathan Shirley
Navsnav: Agir Şervan
Navê dayikê: Susan
Navê bav: Russ
Cihê jidayikbûnê: Amerîka/Nevada
Cih û dîroka şehadetê: Minbic/14-07-2016’an