Mesûd Serfiraz (z. 1987, Nisêbîn, Mêrdîn) nivîskar û lêkolînerekî kurd e.
Di sala 1987an de li gundekî Nisêbînê hatiye dinê. Di sala 2009an de, li Zanîngeha Stembolê lîsansa ziman û wêjeya tirkî qedandiye. Di 2011an de li Zanîngeha Mêrdînê ya Artuklu dest bi lîsansa bilind a ziman û çanda kurdî kiriye û di 2014an de bi amadekirina teza bi navê “Di Dewra Osmaniyan de Weşangeriya Pirtûkên Kurdî (1844-1923)” jê mezûn bûye. Niha ew li zanîngehê lêkolînerê kurdî ye, li Zanîngeha Dicleyê doktoraya kurdî dike û di lijneya kovara Kürt Tarihi de cih digire.
Berhem
Osmanlı Kürdistanı/Kurdistana Osmanî, (Wekî endamê Koma Xebatên Kurdolojiyê beşdar), Weşanên bgst, Stembol, 2011.
Dersên Şerîetê – Hedîsên Cenabê Pêxember, (Amadekar), Weşanên Avesta, 2012.
Âdil Sultan: Selahaddin-i Eyyûbî, (Amadekar, bi Semih Gezer re), Weşanên Avesta, Stembol, 2012.
Rojî Kurd 1913, (Edîtor, bi Serhat Bozkurt re), Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2013.
Kurd, Kitêb, Çapxane, Weşanên Peywend, Stembol, 2015.