Rewşan stranbêj, bestekar û kemanjeneke kurd e ku li navçeya Tetwana Bidlîsê hatiye dinyayê
Jînenîgarî
Rewşan piştî beşa Şêwirmendiya psîkolojiyê ya Zanîngeha Enqereyê xelas kir, lîsansa bilind a li ser Lîstikvaniyê li Zanîngeha Bahçeşehîrê xwendiye û di heman demê de perwerdehiya armonî, keman û viyolayê jî wergirtine.
Demeke dirêj li gelek cihan di festîval û çalakiyên cuda de bi Orkestraya Pera Jazz, Oda Orkestraya ÎTÛ û Halîç, Çağdaş Müzik Topluluğu (Klûba Mûzîkê ya Nûjen) û Orkestraya Muzîka Fîlman ya Stembolê konseran li dar xistiye.
Bi koma Acustic Moods û Horizon bi enstrumanê kemanê û bi awayekî vokal cih girtiye. Di heman salê de di Projeya çandî ya Ewropayê de bi Orkestraya Senfonî ya Melodiyên Aştiyê li Ermenistan û Gurcistanê bi dîmenderê orkestrayê Aram Talalyan re xebatên xwe berdewam kirine.
Arşîvên muzîka kurdî yên Radyoya Êrîvanê û Bexdayê û berhevokên bestekarê ermenî Gomidas Vartabed di nav repertuwarê wê de xwedî cihekî girîng e.
Rewşan
Dîskografî
Albûmên Stûdyoyê
2018: Ax Lê Wesê (Digitalent)
2020: Tov (CK Music)
Single
Kirasê Te
Azîzakam
Bingol
Desmala Min (2019)
Kavir (2022)
Yarê (2022)
Fîlmografî
Klîb
Xim Ximê Torevan (2017)
Ax Lê Wesê (2017)
Lo Berde (2018)
Oror (2018)
Selêmo Lawo (2018)
Nubar Nubar (2018)
Sîne (2018)
Kirasê Te (2018)
Azîzakam (2018)
Bîngol (2019)
Newroze Newroze (2019)
Destmala Min (2019)
Wext Lazim Bû (2020)
Gulê (2020)
Belgefîlm
Dengê Bakûr (2004)[1]