Sibe çarşeme, ÇARŞEMA SORE, Çarşema serê Nîsanêye, Cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor ya civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNKe, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike.
Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wateya, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan teva.
Van rojên ku em cejna Çarşema Sor pêşwazî dikin de, dijminên gelê Kurd dîsa êrîşan dikin. Hedefek jî bawemendên Êzidî ne. Êrîşa li ser Efrînê de gelê me yê Êzidî zerer û ziyanek mezin dît. Hêzên dewleta Tirk û hevkarên wan yên ketî axa Efrînê de, xwedî zihniyeta DAIŞê ne. Kiryarên wan jî weke yên DAIŞê ne. Rewşa Şingalê jî hêca bi temamî zelal nebûye. Xeterî li ser bawermendên Êzidî berdewame. Ji bo parastina civaka Êzidî, pêwîste hemî hêz û gelê me hişyarbin û xwedî li gelê me yê Êzidî derkevin.
Tê zanîn ku gelê Kurd jî di nav de, herêma Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. li Bakurê Kurdistanê, li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa heye. Li Rojava Şoreşa Gel heye, herweha li Rojava û Başûr jî şerekî mezin heye. Dijminên gelê kurd, di heman demê de dijminên civakên cûda û gelên li herêmê teva ne. Dijmin, di têkbirin, rûxandin, wêranî, qirkirina fizikî û kulturî de sinoran nasnake. Di heman demê de gelan, civakan jî ji hev cûda nake. Ji ber vê çendê, gelê Kurd, gelên li Kurdistanê teva, xwedî kîjan baweriyê bin, divê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekîtiyek dilsoz de haraket bikin. Li gel hev û ji bo jiyaneke bi rûmet ya paşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziyên qedîm tevbigerin.
Bi azadî û bextewarî pîroz kirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze.
Bi vê hêvî û daxwazê, em weke KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin.
KONSEYA RÊVEBIR YA KNK ê
#17-04-2018#