15.04.2018an roja Yekşemê li Hollanda li bajarê Den Haag ê, Paltforma Xwedîderketina Efrînê, civîna xwe ya asayî pêkanî. Partî û rêxistinên endamê Komîta Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî, heman demê de endamê Paltforma Xwedîderketina Efrînê ne jî. Bi vê munasebetê piştî civîna Platforma Xwedîderketina Efrînê, di heman mekanî de civîna Komîta Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî jî pêkhat û ev plasazîya jêrîn hate çêkirin.
1- Ji bo Efrînîyên koçber ku li Şehba dimînin alîkarîya navneteweyî bê organîzekirin.
2- Ji bo Efrînîyên koçber din bin garantî û ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî (UN) de vegerin gund û bajarên xwe, xebatek berfireh ya dîplomasîyê bê meşandin. Ji bo vê yekê, hevdîtinên cûrbecûr bêne çêkirin, ji berpirsyarên Neteweyên Yekbûyî, ji nûnerên welat û hukumetan, ji parlamenteran, ji nûnerên partîyan, ji nûnerên sazîyên sivîl (NGO) daxuyanî bêne xwestin. Li parlamentoyan pêşnûmeyên pirsan bêne organîzekirin.
3- Bi beledîyeyan re, bi sazîyê alîkarê re peywendî bêne dnîn û alîkarî ji wan bê xwestin.
4- Ji bo Rojava teybetî jî ji bo herêma Şehba, bi awayekî lezgîn heyetên Ewropî bêne şandin. Hedef: Ji Almanya 3, Fransa 2, Italya 3, iskandinavya 2, Parlamenta Ewropa 1 heyet.
5- Li ser rewşa Efrînê konferansek navneteweyî bê çêkirin, ji bo desteka ciheki fermi bê standin karekî berfireh bê kirin.
6- Li hember dagirkerîya dewleta Tirk ya li Rojava û Başûr, 07.06.2018an de li Parlamenta Ewropa, konferansek navneteweyî bê çêkirin.
7- Ji bo rewşa deverên dabirayî yên Başûr û herweha ji bo dagirkerîya dewleta Tirk ya li Başûr bêxe rojeva navteweyî, heyetek ji Başûr bê anîn û li welatên Ewropa û sazîyên navnetweyî de hevdîtin bêne çêkirin.
8- Di meha Gulanê de, heyetek ya Rojava biçi Îtalya û hevdîtinan pêkbîne.
9- Navbera meha Gulan û Hezîranê de, ji bo hevdîtinan pêkbîne, heyetek ji Rojava ji bo Îngîltere bê şandin.
10- Li hember dagirkerîya dewleta Tirk, 12ê Gulanê de di pêşkêşîya Tevgera Jinan de, di 26ê Gulanê de bi giştî, bi perspektîfa “Li Hember Dagirkerîya Dewleta Tirk Roja Çalakîya Global” di asta cihanê de çalakî bêne organîzekirin.
11- Li ser şoreşa Rojava, di nava meha Hezîranê de li bajarê Hamburgê, konferansek bê organîzekirin.
12- Li herderî meş û çalakîyên 1ê Gulanê de beşdarbûnek xurt bê pêkanîn. Di van meş û mîtîngan de mafê axaftinê bê destxistin û dagirkerîya dewleta Tirk bê rojevkirin.
13- Ji Bakurê Kurdistanê yek – du heyet bêne anîn û li welatên Ewropa hevdîtin bêne çêkirin.
14- Ji Bakur heyetek ji bo Emerîka bê şandin.
15- Hewlbêdayîn ku heyetek ji Rojava bi awayekî fermî ji bo Emerîka bê dawetkirin.
16- Li ser boykotkirina turîzma Tirkiyê:
a) Belge û bilavokên ji bo Boykotkirina Turîzma Tirk bi berfirehî bêne bilavkirin.
b) Bi rîya ragihandinê bêne rojevkirin.
c) Hefteyê 2 rojan li navendên bajaran stand bêne vekirin.
d) Afîş bêne çêkirin û di bîlboradan de bêne daliqandin.
e) Reklamên Google ê bêne çêkirin û 15 rojan carekî kampanya li ser Medya Civakî bê berdewamkirin.
#15-04-2018#