Sibe cejne, cejna Êzî ye, cejna avakirinêye. Berî her tiştî em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan - KNK, Cejna Êzî di serî de li Civaka Êzdiyan, li Gelên Kurdistanê û tevayî Mirovahiyê pîroz dikin. Her weha em hêvidar in ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan.
Cejn di nava hemû baweriyan de xwedî cihekî watedarin. Cejnên Êzdiyan jî xwedî dîrokeke kevnarin. Dema mirov li dîrok û naveroka van Cejnan dinêre, jiyaneke nû û pîroziyan têde dibîne. Divê em Cejna Êzî, weke kevneşopiya xwedî derketina bawerî û ҫanda welatê xwe bibînin.
Pîroziya van cejnan di dema îro de, ji her wextî bêhtir, ji bo bawerî û ҫanda Êzdiyatiyê hê watedar e. Ji ber ku ev ҫanda qedîm bi her awayî di bin metisîyeke mezin de ye. Girîng e civaka kurdên Êzdî û bi taybetî Êzdiyên derveyî welat, bawerî û çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin.
Sê sal pêş niha bi berxwedaneke mezin, Şîngal hate azadkirin. Ew êşa mezin ya Fermana 73. hinek be jî hate kêmkirin. Lê mixabin koçberên Şingalê heta niha jî, bi temamî venegerîne ser axa xwe û weke tê xwestin Şingal nehatîye avakirin. Pêwîste rewşa Şingalê bi awayekî teybet û hesas bê destgirtin. Parastin û avakirina Şingalê wezîfa hemî hêzên Kurdistanî ye. Pêwîste xelkê Şingalê yê koçber bizivire ser axa xwe. Niha dem dema vegera welate, dem dema avakirina Şingalê ye. Tê xwestin û pêwîste nasmeya Êzidîtahîyê li Şingalê bê parastin, pêwîste gelê me yê Êzidî, bi awayeke xweser, ew xwe bi xwe rêve bibin.
Li ser vî esasî em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan, bang li hemî Gelê Kurdistanê, Civaka Êzdî û Dostên Gelê me dikin, werin em bi hevre Şingalê avabikin û bibin alîkar ku gelê me yê Êzidî bizivire ser axa xwe.
Bi van hêvîyan em cardin, Cejna Êzî li Civaka Êzdiyan û tevahiya Mirovahiyê pîroz dikin.
Konseya Rêvebir ya KNKê
#13-12-2018#