yek ji navçeyên Mezrayê ye le parêzgehê #Xarpêt#ê. Gorî îdiyan navê Maden ji zimanê Asûrî tê û di dema desthilatdariya Asûriyan (2000 b.z.) de bingeha wê hatiye avêtin. 78 km li başûr-rojavayê Mezrayê dikeve. Firehiya erdê Madenê 939 km² û nifûsa wê bi giştî teqrîben 20.600 kes in. Ji xeynî Deşta Behramazê pirraniya axa navçeyê ne ji bo çandiniyê ye, çiyayî ye.
Li navçeyê riya hesinî heye. Derxistina madenan bi destê fîrmayên dewleta Tirk heya Ewropa tê firotin lê gel xizan e. Dîroka herêmê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Asûriyan, Med, Mîttanî, Roman, mîrîtiyên Kurdan û Osmanî li herêmê desthilatî kirine. Di dema Osmaniyan de hin caran bi eyaleta Keban, hin caran jî bi Amedê ve hatiye girêdan. Piştî avabûna Komara Tirkiyê heya sala 1927 kirine wilayet, lê di sala 1927 de dîsa kirine navçe û bi bajarê Mezrayê ve girêdane. Gelê herêmê ji nebirêkûpêkbûna elektrîkê, kêmahiya bijîşk û dibistanan û bêkariyê gilîdar.