Ziman û çand, du hîmên bingehîn ên gelan in. Ji bo gel nasnameyên xwe diyarde bikin, kedeke bêhempa hatiye dayîn û heta îro jî tê dayîn. 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê jî, ji bo zindî mayîna wê kedê girîng e.
Dema Bangladeş di bin dersthilatdariya Pakîstanê de bû, bi darê zorê xwestin zimanê Urdû bibe zimanê Bangladeşiyan ê fermî. Bangladeşiyan ev yeka qebûl nekirin û daketin kolanan. Di çalakiya 21ê Sibata 1952yan de pênc xwendekarên Bangalî ku daxwaza zimanê xwe dikirin, ji aliyê polîsên Pakîstanê ve hatin kuştin. UNESCOyê (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê) ji bo bîranîna ciwanên Bangladeşî, ev roja ango 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayîkê pejirand ku ji sala 2000î û vir de tê pîrozkirin. Li gorî daneyên UNESCOyê ji sala 1950 û heta niha 230 ziman mirine, 2.400 di bin xetereya tinebûnê de ne.
Li Tirkiyê jî Ermenîkî, Asûrkî, Abazî, Pontusû zaravayê Kurdî Kirmanckî (Dimilkî) jî di nav de 18 ziman û zarava bi tinebûnê re rû bi rû ne. Herwiha Hewramî jî dîsa bi di bin xeteriyê de ye.
Rejîma Tirk, bi qasî qirkirina fîzîkî, bi ruxandina cihên dîrokî, bi bişaftinê dixwaze li ser xaka kevnare, koka gelên têkoşer biqelîne. Sazî, dezgehên bi kurdî weşanê dikin an jî behsa ziman dikin digirin, rojnameyên wan qedexe dikin, bi hezaran kes hê jî girtî ne. Heman polîtîkayên xwe bi destê hin dewletên Ewrûpî bi taybetî li Elmanyayê jî berdewam dikin ku di encama wê polîtîkayê de weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîk hatin girtin.
Divê em bêdeng nemînin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Grevên birçîbûnê yên di pêşengtiya parlementera HDPê Leyla Güven de hatin destpêkirin, di heman demê de ji bo parastina siberoja zaroyên Kurd û tevahiya zaroyan û zimanê wan e.
Zimanê Kurdî yê tim hat asîmîle û înkar kirin, lê di nava pelên dîrokê de wenda nebû, di encama têkoşîna jinên Kurd û gelê Kurd de hat vê merheleyê.
Ji vê merheleyê şûn de, ji bo rê li ber bişaftin û xwebişaftinê were girtin, divê her Kurd bi Kurdî biaxive, bi Kurdî binivîse, bi Kurdî bihizire. Ev di heman demê de ji bo gelên Ermenî, Aşûrî jî derbasdar e ku bi xetereya tinebûna zimanê xwe re rû bi rû ne.
Bîranîna ciwanên Bangladeşî ya di rêya ziman de jiyana xwe ji dest dan, bi axaftina zimanê dayîkê û bi têkoşîna wê pêkan e.
Lewma ji bo Kurdan jî Têkoşîn bi giştî ye, yek ji hîmê wê jî Kurdî ye.
Bi vê bîr û baweriyê em 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê, bi gelemperî li hemû gelên bindest ên cihanê, bi taybetî jî li gelên Kurdistanê pîroz dikin.”
Komîsyona Çand, Huner, Perwerde û Ziman ya KNKê
#21-02-2019#