navçeyeke ku bi girêdayî bajarê Kurdistana Bakûr #Îdir#ê ye. Nêziki navenda bajêr ciyayên Koyê hene mirovan ji bo ku xoya (sol, xwêy, xwê) paqij derxînin çiya kolane di encama kolandinê de qulpen mezin derketine holê, navçeyê navê xwe ji van qulpan hilgirtiye û bûye Qulp. Navçeyê da û gunden girêdayi navçeyê temamî kurd in, gelek hindik azerî jî hene belam gelek hindik in. Hejmara navçeyê 15 hezar e, %52 kurd in, ên mayîn ji azerî ne.
Qulp heta sala 1992 ya tevî Îdirê ew jî girêdayî Qersê bû. Rêya Ermenistan û Tirkiyeyê li vê navçeyê de diçe. Di Qulp ê de her cûre fêkî şîn dibin. Di Serhildanên Agiriyê de ew jî heremeke rizgarkirî bû û ala rengîn li vir jî pêl dida.
Di navçêde şikeftên xwê hene û xwêya wê boy her cure nexwaşiyan şîfaye. 81 gundê vê navçeyê hene.
Navê Qulpê di sala 1934'î de bi fermaneke nivîskî ya Mustafa Kemal Atatürk wekî cezayê tevlîbûna gelê herêmê ya Serhildana Agiriyê hatiye guhertin û kirine Tuzluca. 81 gund, 20 mezreyên wê hene. 8 mezre jî bi fermî nayên pejirandin. 39 km ji Îdirê dûr dikeve.