Nivîskar: Elî Paksirêşt [1]
Encam;
Kurdiya kurmancî ji gelek zilm û serkutiyan, ji zextên atatirkiyan, ji dilnexwestina hin
soraniyan, înkara îraniyan û Enfala erebiyan filitiye û xwe gihandiye roja îroyîn.
Kurmancî li beramberî zimanên tirkî, farisî û erebî xwe baş parastiye, lê ya girîng ji îro
pê va ye. Divê em bixwe bi rast nivîsîn û rast xeberdana zimanê xwe û her tiştê pêwîst
ji zimanekî ra taca zimanê xwe bidin ser serê xwe û bi şanazî wê biparêzin, bi roj bikin.
Bav û kalên me bi kilam û stranan, bi çîrok û destanan ev mîrate ji me ra hîştine, em
divê riyeka hevbeş li ser zimanê xwe bidin ber xwe.