Zülküf ERGÜN
monograf 2015/3
1. Destpêk
Di sedsala nozdehan de, piştî ku di nav sînorên siyasî
yên dewleta Osmanî de, bi taybetî li herêma Balkanan,
serhildanên neteweyî rû dan, kurd jî ketine nav liv û tevgerê.
Bo yekem car, Hacî Qadirê Koyî bû berdevkê vê serdema nû û
dengê pêşwext ê gotara dijkolonyal di edebiyata kurdî de. Hacî,
Kurdistan wek welatekî “bindest û pestkirî” pênase kir û riya
serxwebûnê nîşanî kurdan da. Li ser vê zemînê piştî Meşrûtiyeta
Duyem, ronakbîr û çalakgerên kurd ên li Stenbolê bi riya komele
û kovar û rojnameyên xwe xwestin vîneke siyasî û civakî çê
bikin û rêberiya gel bikin. Ev hewldan negihîştin armanca xwe
û di encama Cenga Cîhanê ya Yekemîn de welatê kurdan di nav
çar dewletên neteweyî de hat parvekirin û di wateya modern
de Kurdistan bû welatekî kolonî û navûnîşanên wê yên dîrokî,
civakî û çandî ketin ber pêla qedexe û asîmîlasyona çar dewletên
neteweyî yên serdest. [1]