Îbn'ul Ezrak dibêje ku temîra mizgeftê di dema Artuqiyan de bîye. Avakirina mizgeftê di dema Merwanî'yan da ye. Her çendî mizgeft bi vî navî tê nasîn jî, mizgeft ji dema ertuqiyan (1152-1157) maye. Lê di dema eyûbiyan de jî hin tişt li ser hatine zêdekirin. Di nav gel de Camiya Ecem jî tê gotin lê nayê zanîn ku ji ber çi sedemê weha tê gotin. Camî ji kevir û qubeya wê ji tuxlayan hatiye çêkirin. Çapa qubeya camiyê 13,50 m ye.[1]