Di adara sala 1946'an de komîta HDK li bajarê #Bokan# kovara Helale daye çapkirin. Sernivîserê wê çîronivîsê Kurd mamoste Hesenê Qizilcî bû. Helale kovarek siyasî, çandî û giştî bû ku di warê siyasî de bîr û rayên HDK didan weşandin. Tenê sê hejmar ji kovara Helale hatine weşandin. Di vê kovarê de bêtir babetên edebî tên dîtin.