HUNERMENDÊ KURD: LALEŞ MÎDÎ
Laleş mîdî hunermendekî afrîner ê Kurd e û xwediyê dengê xweş , gavên hêja di riya xwe ya cîhana Muzîk û folklora Kurdî avêtin .
Jînenîgarî
Hunermendê Kurd Laleş Mîdî di sala 1991,an de, li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye, ku Qamişlo mezintirîn bajarên Rojavayê Kurdistanê ye. Di temenkî biçûk de, di deh saliya xwe de, dest bi stranan kir û xwestin gotina stranan jî ji birayê xwe hunermend Şivan Mîdî girt, ku ew ji bo Laleş di pîşeya hunerê de pêşeng e.
Bi awayekî fermî dest bi stranan kir, û herî bêtir stranên Folklorî bala wî dikişandin, ew jî heya ku bû hunermendekî pispor di gotina strana folklorî ya ku gotina wê zehmet û zor e. Bi dengê wî yê çiyayî, hezkirin û hewildanên wî ji bo zindîkirina strana folklorî ya Kurdî, nav û dengê wî di nava gelê Kurd de belav bû. roleke pir mezin a bavê Hunermend Laleş Mîdî heye.
Rêwîtiya wî bi hunerê
Di buhara temenê xwe de, di 12 saliya xwe de, hunermend Laleş bi birayên xwe Fener û Şivan re, li bajarê Qamişlo tevlî koma Xelat a folklorî bû û yekemîn rola wî li ser dika Newrozê ya cejna Newroza netewî ya gelê Kurd. Di derbarî vê mijarê de, hunermend Laleş wisa dibêje:
Heya niha tê bîra min ku ez ewqas kefxweş bûm, ku ez li beramberî ewqas kes stran dibêjim , û ez di nava hunermendên komê de bûm, koma ku bi hevra beşdarî tomarkirina albûma komê bûne. Wê demê min strana ( Şemamê ) got, wê demê jî gel û temaşevanan pir ji stranê hezkirin.
Piştî dawiya selhildana 12,ê Adarê, malbat veguhezî paytexta Suriyê Şam. Çûyîna Şamê guhartineke mezin di jiyana hunermend Laleş a hunerî de çêkir, vê yekê hîn bêtir xebatên wî ya hunerî bi pêşxist û li pêşiya wî asoyên berfirehtir vekir, lê kêleka wê zanyariyên wê di derbarî stran û hunera Erebî de pir baş bûn û dest bi ( Muweşehata) kir, bi demê re jî êdî bi awayekî pir baş digot.
Li paytexta Suriyê Şam, beşdarî gelek çalakiyên hunerî bû, weke beşdarbûna wî di bernameyeke ji bo yekemîn ku girêdayî kampanya Şam a hilberîna hunrî. Di vê bernamê de, bi dengê xwe serkeftineke mezin qezenc kir, lê ji ber ku ew jî ji kesên ku Ew ne hevwelatiyekî Sûrî bû ji bernameyê hat bi dûrxistin, ji ber ku wê tomarkirina dawî li paytexta Libnanê, li Beyrotê ba. Ew saz dike û tembûrê bi awayekîê pir baş dizane, li kêleka ku amûra Gîtarê jî zane.
PIŞTÎ BÛYERÊN SURIYÊ:
Di sala 2012,an de, hunermend Laleş tevî malbeta xwe derbasî herêma Kurdistanê bû. li herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina jêhatiya xwe ya hunerî û ji nû ve berdewamkirina riya hunerî derfet û asoyên firehtir jê re çêbûn. Hunermend Laleş hewil dide ku derbasî fakulteya Muzîkê bibe, ew jî ji bo ku zanebûnên xwe di derbarî muzîka Kurdî de, bi awayekî zanistî, resen û akademîk be, û zanyariyên xwe yên hunerî li ser muzîk û folklore Kurdî zêde bike.
HINEK KAR Û ÇALAKIYÊN HUNERÎ YÊN HUNERMEND LALEŞ:
Hunermend Laleş tevlî koma Serxwebûn a hunerî bû û strana (Penaberim) tomar kir, ew jî weke derbirînekê derbearî rewşa penaberî û koçberiyê ya ku di encama şerê navxweyî de, hat sere gelê Kurd û hinek gelên Rojhilata Navîn. Beşdarî gelek şevbûhêrkên hunerî bû, weke festivala Kurd li beytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê, wê demê straneke folklorî ya Kurdî got, bi vê stranê her kes pir kêfxweş bûn.
Niha hunermend Laleş stranekê li ser kesayetekî dîrokî di folklora Kurdî de tomar dike, ew jî Elo Dîno ye. Elo Dîno ji Bakurê Kurdistanê, ji gundê Baviyê ye û navê wî li hemû herêmê belav bû, ji ber li hember Osmaniyan sekinî. Di heman demê de qesrekî wî li ser çemê Dîcleyê heye, di heman demê de ew bapîrê Hunermend Laleş ê nehemîn e. Stran ji awaza hunermend Laleş e û li gor rêbazê Folklorî ye, her wiha gotin jî yên helbestvan Dildar Mîdî ye û di heman demê de ew apê hunermend Laleş e. Stran wê di demeke nêz de amade be û dibe ku di albûmeke taybet de were amade kirin. Herî zêde gotina stranên folklorî bala hunermend Laleş dikişîne, ruxmî ku ev cureya mûzîkê pir zehmet e jî, lê dîsa jî hunermend Laleş Mîdî karîbû ku vê cûreyê stranan de, strana folklorî ya Kurdî de xwe îsbat bike û tê de afrîner be û ew di kar û çalakiyên xwe yên hunerî û gelêrî de berdewam e.