Methelokên Hezretê Silêman
Civata Kitêba Miqedes ya Yekbuyî
Bêrut – 1949
1. Ev in methelokên Silêman, kurê Dawûd, qralê Israilistanê.
2. Ji bona hînbûna sehrezayî û rêz û rêzikan û ji bona sehkirina gotinên eqilmendiyê ;
3 Ji bona standina dersên çavvekirinê, pakdiliyê û çeyî û rastdiliyê.
4 Da ko mirovên adetî bibin fêris û xort bibin eqilmend û çavvekirî.
5 Bila eqilmend gub bide, pê zanîna wî dê bibe bêtir ù yê ko zêrek e pê bibe çêtir,
6 Da ko ew bikare bigehe mana Şîretekê an ma- mikekê û gotina bîreweran û axaftinên di wan seh bike.
7 Tirsa Xwedê destpêka zanînê ye ; yên bêkêr qe- drê birewerî û hînbûnê na girin.
8 Kurê min, bide pey rêz ù rêzikên bayê xwe û• dev ji şîretên deya xwe hermede ;
9 Pêkanîna wan ji te re gewher û ji stoyê te re. gerdinîyek e.
10 Kurê min, çaxa ko gunehkar dikin te ji rê derînin, guh me de wan.