Muhemmed Kabulî an Mamoste Qanî (jdb. 1898, Merîwan - m. 1965) helbestvanekî kurd ê Rojhilatê Kurdistanê bû.
Mamoste Qanî nasnavê Muhemmed Kabulî kurê Şêx Seîd ê kurê Şêx Muhemed Dolaş li sadatên Konepoşî çiqa Kabulî bi nasnavê Mamoste Qanî helbestvanê hevdem yê kurd e ku di sala 1277 koçî de li gundê Dulaşê ser bi navçeya Merîwanê hatiye dinyayê. Li zarokatiya xwe, dê û bavê xwe ji dest dan û ket bin serperestiya Seyîd Hesenê Çorî li gundê Çorê li Merîwanê.
12 salî bû ku xwendina xwe dest pê kir û çû bajarên Serdeşt û Silêmanî û Sine û Seqiz û Koye û Kerkûkê û car din vegeriya Silêmaniyê û hinekî jî bal zanaê dînî Îbn ul-Qeredaxî ders xwendiye. Piştre ji ber kêşeyên malbatî xwendin terikandiye û li gundan bûye pêşnimêj û mektebdar. Wî bi zimanên kurdî, erebî û farsî helbest gotine lê ji bo helbestên sade û rewan yên kurdî bi navûdeng e.[1]
Mamoste Qanî di sala 1343 koçî di 67 saliyê de koça dawîn kir.
Le eslla xellkî dollaş im,
Merîwan cêgey ejdad im
Muhemmed Kabul îm
Emma texellus qan'mi nawe
Berhemên wî
Gulaley Merîwan
Baxçey Kurdistan
Ciwarbaxî Pêncwên
Şaxî Hewraman
Deştî Germiyan