Osman Sebrî (jdb. 1905, li gundê Narinceya Kolika Semsûrê, Bakurê Kurdistanê - 11ê kanûna paşîn a 1993an li gundê Berkevir, li Başûrê Rojavaya Kurdistanê), mamoste, siyasetmedar, helbestvan û serokêşirê kurd bû. Ew yek ji helbestvan û nivîskarên rewteka kovara Hawarê bû. Apê Osman ji serokên êla Mêrdêsî bû. Ji xêncî helbestvanî û nivîskariyê, ew pardarî xebata rizgarîxwaz a gelê xwe jî bûye.
Jînenîgar
Osman Sebrî di sala 1905ê de li gundê Narinceya Kolîka Semsûrê çêbûye. Bavê wî serokê êla Mêrdêsiyan bûye. Dema Osman Sebrî hêşta zarok bûye, bavê wî li sala 1915ê çûye ber dilovaniya Xwedê û apê Osman Sebrî ku bûye serokê nû yê êlê, ew xwedî kiriye.
Di 16 saliya wî de apê wî Şikrî Axa jinek jê re anî û wisa ji xwendinê dûr ket. Ji wê jinê sê kur, du ji wan zû mirin û yê siyan kurê wî Welato bû.
Piştî Serhildana Şêx Seîd, Osman jî digel herdu apên wî Şukrî û Nûrî li sala 1926ê hatine girtin û li zîndana Amedê hatine darve kirin. Osman du salan di zindana Denisliyê da maye û piştî efûyeka giştî, li sala 1928ê hatiye berdan.[1]
Di sala 1929ê de, careka din Osman digel 26 serokên kurd tê girtin, lê dîsa zû tê berdan. Ew di 24ê kanûna paşîn ayê pêşîna 1929ê de direve Sûriyeyê, bi maweya du salan wekî endamê Partiya Xoybûnê xebat dike û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihêreng dest bi nivîsandinê dike. Gelek helbestên wî hatine çap kirin û hîn yên ne çap kirî jî hene.
Di 1944an de Apo Osman Sebrî de ji nû ve dizewice û xanima wî çerkesî bû. Bi tevahî pênc zarokên wan hene, sê kur (Hoşeng, Hoşîn û Heval) û du keç (Hingir û Hêvî).
Sala 1957ê Apê Osman ligel hin welatparêzên kurd, di xebata damezirandina Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê de cih digire û wekî sekreterê partiyê tê hilbijartin.
Osman Sebrî roja 11ê kanûna paşîn a sala 1993ê diçe rehma Xwedê û li gundê Berkevirê, li binxetê tê veşartin.[1]