İbrahim Yıldırım (Bro Omerî)
Bro Omerî (z. 1942 - m. 4ê kanûna paşîn 2007) nivîskar û helbestvanekî kurd e. Ew (Operator Dr. Îbrahîm Yildirim) di sala 1942yan de li gundê Çalê a Nisêbînê hatiye dinê.
Omerî, 1957an de li Nisêbînê dibistana navîn temam kir pişt re, li Mêrdînê lîse û ji pê re jî li Stenbolê li zanîngeha Cerrahpaşa xwendina xwe xelas kir û 1969an de bû bijîşk.
Bro Omerî, di 1978an de giştî bû pisporê cerahiya , li Meraş û Mêrdînê midûrîtiya tenduristiyê dike. Di nexweşxaneya Mêrdînê de dişixûle. Di sala 1980Î de, bi darbeya leşkerî tê binçavkirin û paşê jî tê sirgûnkirin. Ji pê re wî li nexweşxaneya Sînopê kar kir. Piştre dev ji kar berdide û li Qoser û Mêrdînê cihek taybetî vedike. Demekê li nexweşxaneya Mêrsînê dixebite û di sala 2002yan de teqawît dibe.
Heta niha di gelek kovar û rojnemayan de nivîs û helbestên wî bi navê Bro Omerî hatin weşandin. Omerî di 02.09.2006an de bû endamê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê.
Bro Omerî (Operator Dr. Îbrahîm Yildirim) di 4ê kanûna paşîn a 2007an de li Nisêbînê ji ber nexweşiya dil diçe ser dilovaniya xwedê[1]
Berhemên Wî
Carekê ji caran
Pira navbera Axreşkê û Şêxan
Rewşa Welêt
Bro Omerî - Dîlgirtina Milîtan
li nisêbîna hemdem û rengîn
payiza paşî dar û gul xemgîn.
danê esirê pirî tengijîm
bo hilmek azad, pê dilxweş bijîm
derketim nava baxçên girnewas
ji kul û derdan bibime xelas...
warekî pir xweş tev baxçe û dar
ne kaşekî hov, newal û zinar...
ji sal heta sal bihar û her dem
her alî hêşîn wek baxên îrem.
bi meşek hêdî, gavên pir giran
ketim nav pêlên derya gûmanan...
şalûl û bilbil, kewên xebxebşîn
ser serê min re azad difirîn.
ez wilo şad û ji xwe bi bawer
wextekê bijîm bêderd û keser.
kêf û şadiya me kurdên bindest
dadigere şîn, xemê demildest...
gurên devbixwîn, har û bêperwa
nêçîr dikirin li erd û hewa
berê xwe dane riya midyadê
xezalek rabû ji nava qadê...
yeke pir xweşik, bi nav û nîşan
hêviya kurd û kara niştîman...
destvala, bêçek li vê dinyayê
şêrê elî be tu deng jê nayê.
dane ser piştê bi “ewtîn, zûrîn”
ji dev û qîlan dinisilî xwîn...
bêmefer kete destê nemerdan
ji wê rojê ve bûm pîrê derdan.
bizav çênebû ji mêr û merdan
li taxan dengê dahol û dîlan...
gelo ev kurdên tevizî û xav
ta kengî bijîn bêtac û nasnav?