Kamiran Alî Bedirxan (1895-1978) rewşenbîr, nivîskar û rojnamenivîsê kurd e û yek ji kurên malbata mezin a kurdan; malbata Bedirxaniyan e. Kamiran Alî Bedirxan birayê Celadet û Sureyya ye. Li 21’ê tebaxa 1895‘an li Stenbolê hatiye dunyayê. Ew li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê kiriye. Paşê li Bêyrûdê bi cih bûye û li wir avûkatî kiriye. Ji bilî ku gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî li sala 1943‘an li Bêyrûdê rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin. Kamiran Bedirxan li sala 1947‘an çûye Fransayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kiriye. Di wan deman de jî li Unîversîteya Sorbonê, li Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kiriye. Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêbî nivîsandine. Herçend kitêbên wî ên kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsîsîne. Kamiran Bedirxanê ku hemû jiyana xwe dabû xebatên çand, ziman û edebiyata kurdî, di sala 1978’an de li Parîsê wefat kir. Kamiran Alî Bedir-Xan li salên 1940, dersên xwendina kurdî dida kurdên Lubnanê li zanîngeha (Layîk) ya bi nav û deng. Tevî beşdarbûnên wî di weşînên bernameyên kurdî yên Radyoya Rohelatê ya li Beyrûdê, liLibnanê hatibû damezrandin roja 5ê Adarê sala 1941ê. weşanên radyoyê her hefte 2 caran bû, roja çarşembê û roja înê. Kamiran çend pirtûkên xwe jî çap kiribû li çapxane ya Jozêf (Joseph) Selîm Seyqelî li taxa Sokak Al-Bulat.
Kamiran Alî Bedirxan sala 1970 serdanek li Kurdistana Başûr kir û cihê xweşhatinê bû ji aliyê serok Mistefa Barzanî û her kesên ku di konfransa 8’an de ya PDK de beşdar bibûn. Gotara wî ya hêja di konfransê de, hêviya Kurdistaneke serbixwe xiste dilê giştiya guhdêran. Kamiran Alî Bedirxan sala 1971’ê serdanekê li kurdên Beyrûdê li Lubnanê jî kir. Di vê seredanê de jî, li gel wezîrê kar û barên navxweyî yê Libnanê, Kemal Jumblat (yê ko ew bixwe kurd e) civiya. Bialîkariya Kamiran, Jumblat partiyeke kurdî ramyarî bi awayekî fermî pijirand, û destûra xebata ramiyarî da Kurdên Lubnanê.
BERHEMÊN WÎ
Langue kurde, Paris, 1953
Rêzimana Zimanê Kurdî, Paris, 1971
Türkce Izahli Kürtce Gramer, 1977/1986
Zimanê Kurd / Kürt Dili, Istanbul (bi Şivan, S.)
Proverbes Kurdes, Paris, 1936 (bi Lucie Paul-Marguerite)
Kolay Kürtçe – Pîrtûka ders, Weşanên Doz
Xwendina Kurdî Pirtûkxana Hawarê Hejmar 10 çapxana Tereqî Şam 1938
Dersên Şerîetê Pirtûkxana Hawarê Hejmar 12 çapxana Tereqî Şam 1938[1]