Navê pirtûkê: Jîyan bi kurdî xweş e!
Navê nivîskar: İkram Oğuz
Cihê çapkirina pirtûkê: Goerdelerstr، Kornwestheim
Navê çapxaneyê: navkurd
Sala çapê: 2019
Mirov qasî tama ku ji zimanê xwe digre, ewqas welatper wer e.
Kurdî, zimanê min ê zikmakî, zimanê dîya min.
Zimanê ku di zaroktîya xwe da pê girîyam û kenîyam.
Zimanê ku pê axifim, pê lîstim û mezin bûm.
Zimanê ku, di heft salîya min da, ji alî neyarên bavû kalên
min va, bi destê zorê li min hate qedexekirin.
Wê rojê, tu car jibîr nakim.
Ew roja ku min dest bi dibistanê kir û kerr û lal bûm…
Guhê min xitimîn, zimanê min di devê min da tevizî…
Axaftina min hate birîn.
Kenên min revîyan û ji min dûr ketin.[1]