Şenay Güçer;
Nasnav: Delîla Meyaser
Nav û Paşnav: Şenay Güçer
Dîroka Jidayikbûnê: 1981 / Farqîn-Amed
Navê Dayik û Bav: Gülsüma - M. Sait
Dîroka Tevlîbûnê Gerîla: 1999 / Amed
Dîroka Şehadetê: 24 Tebax 2007 Qilabana Kela Memê Şirnex. [1]
Bi nasnav Delîla Meyaser ji navçeya Farqînê ya bajarê qedîm Amedê ye. Şenayê Farqînê ciwanekî bi coşe ku, bi hemû ciwaniya xwe ve girêdayî ya jiyanê ye, xwedî ruhekî hunerî ye û stranan dibêje.
Şenayê ku di rojên ku rêberê gelê Kurd A Ocalan ê ku xwe jê re kiribû meşale, di zindanê de biryar girt û hilkişiya serê çiya û bû Delîla.
Delîla gerîlayeke wêrek e ku ji ber xweşikbûna dengê xwe û kesayeta xwe ya hunerî ya berhemdar şandina Ewropayê red dike.
Di wê demêde, Delîla gerîlayeke hunermende ku li çiya stranên weki, hunermend Tarkan, Sezen Aksu û gelek hunermendan dixwîne.
Delîla gerîlayeke jin e ku perwerdehiya şer girtiye û bi Rêberê xwe Ocalan bawer kiriye.
Delîla li qadên çîya bi stranên xwe, Zîlan, Şev Tarî, Dil dixweze here Cengê, Sê Jinên Azad û bi hunera xwe, di nav dibistana çand û hunêr ya Şehîd Sefkan de cîhe xwe digire tevli gelek Konseran û Şahîyan dibe, bi dengê xwe zelal û bi hêstiyar dibe dengê çîya û dikeve dilê Gêrîlla û gele Kurd û Kurdistanê.
24 Tebaxê 2007 de li Qilabana Kela Memê bi Deh hevalên xwe ya Şoreşger ve, di Şerê kî giran, ya li hember dewleta dagirker a Tirk te de Şêhîd dikeve.[2]
Delîla
Şev Tarî
Di şevek tarî da agir bî dil xistiye
Dî ronahîya sîbê da çavên xwe girtiye
Destên xwe ra kiri bû, xatîr ji me xwestî ye
Lo çilê zivistanê da me bî tenê hiştiye
Lo lo hevalo lo cano, şêrîn birîndaro
Lo lo hevalo lo cano, şêrîn birîndaro
Berê tû merxas û agit bu, îro ketî çi halo
Çavên xwe jiyariyê mirin jê nagere
Dilê xwe jiyariyê mirin jê nagere
Bî çavên ferê xwe, li dor xwe digerîne
Digere nagere, hevalê xwe nabîne
Lo lo hevalo lo cano, şêrîn birîndaro
Lo lo hevalo lo cano, şêrîn birîndaro
Berê tû merxas û egît bu, îro ketî çi halo.