Eman ha!.. ROJAN HAZIM
Di polîtîkên dewletên kolonyalîst da, serkevin an binkevin, entrîka, hîle, desîse, dek û dolab û manewra mişe ne. Bi gotineke dî hestîyê piştê yê polîtîka wan nîne. Ji bo wan karê giring encam e. Heke di encam da bigihin mexseda xwe, bi çi rê be, bi çi metodî be qet ferq nake û xema wan jî nîne. Bête pirsîn, gelo, ji kolonyalîstên Kurdistanê kîjan li pêş e di vî warî da, yêkser ”Tirkîye di rêza serî da ye” dê bête gotin… Iran jî kêmî wan nîne… Tirkîye û Iran mîratxwerên împaratorîyên xwe ne. Mîrateyekî hov!. Iraqa berê û bi taybetî demê rejima Beasa Seddamî ji xwe jana mezin bû û Sûrîyeya îro jî têra xwe xwudan entrîka ye!. Hevpişkîyên van dewletên kolonyalîst yên Kurdistanê gelek in, lê ya sereke „entrîka“ ye. Rastîyek jî heye ku li Kurdistanê zemînê realîzekirina entrîkayan jî hergav peyda kirine van kolonyalîstan û hêj jî di vî warî da mehtel nabin!.
Îro „entrîka“ dîsa di rewacê da ye. Serê van entrîkayan jî Tirkîye dikêşe. Dewleta Tirk bi hemû mekanîzma, dem û dezgeh û civata xwe ve, di serê xwe da dehan rûvîyan dibezîne ku entrîkayan ji ser serê Kurdan kêm neke. Di nav pakêta entrîkayên wan da ya herî „popûler“ li hev xistina Kurdan e!. Têra xwe jî xwudan tecrube ne di vî warî da. Heta berî midehekî geleki kurt, bi binasê hebûna wargeh û binkeyên gerîllayên PKKê li ser „tixûb“, ba û bagera êrişkarîyeke hind dijwar hatibû rakirin dijî Kurdistana Federal ku êdî hisaba seetan dihate kirin ji bo dagîrîyeke berfireh. Lê di hevdîtina Erdoganî ya digel Bush ya 5ê Çirîya Paşîn [Teşrînê - Mijdar – November] da, ba ji ber Tirkîyeyê hate berdan û çeng û perên wan hatin danan. Amerîkayê bi zimanê ku Tirkîye têbigihe aşkera got ku ew bi çu newlî rê nadine dagîrîyeke muhtemel ya Tirkîyeyê li ser Kurdistana Federal. Belêm eynî Amerîkayê beramberî bizava neteweyî ya xelkê Kurd ya li parçeyê herî mezin yê di bin dagîrîya Tirkîyeyê da reftareke relatîven jî be pozîtîv nîşan neda û destek da dewleta Tirk. Çarçoveya desteka Amerîkayê ya digel Tirkîyeyê, şik têda nîne ku hisabên wê yên li navçeyê dê kivş bike. Amerîkayê hewcehî tenê bi Kurdên başûr nîne, herweha bi yên rojhilat, bakur û başûrarojava jî heye. Ji ber hindê „desteka Amerîkayê“ ya digel Tirkîyeyê xuya ye ku dê di dereceya berjewendîyên Amerîkayê yên di navçeyê da be. Ev „desteka Amerîkayê“ ya digel Tirkîyeyê gelo dê çend zerarê bigihîne HPG û PKKê ne kivş e, belêm misqalek jî be ew dê zerar be û esasen dê zerara mezin jî bigihîne têkilîyên Kurdan û Amerîkayê. Ji xwe yêk ji armanca Tirkîyeyê jî ew e ku xesarê bigihîne têkilîyên Kurdan û Amerîkayê. Amerîkaya ku ji bo berjewendîyên xwe hinde mezin difikire li rojhilatanavîn, gelo dê xwe bêxe dava Tirkîyeyê û fîşeka di lûlîye sîleha xwe da, dê li pêyê xwe bide, van roja dê kivş bibe. Kurdên bakur ji xwe hêj „teslîmkirina Ocalan“ ji bîr nekirine û di ser da jî destekeke nînekirina HPG-PKKê bide Tirkîyeyê, êdî îmkanê çêkirin û serûberkirina têkilîyan namîne. Tête hêvî kirin ku Amerîka paşeroja têkilîyên xwe yên digel Kurdan fedayî hisabên biçûk û polîtîkên demkurt û borînde neke.
Di vê prosesê da yêk ji entrîkayên dî yên Tirkîyeyê jî, ji nû ve leyistina li ser xirabkirina têkilîyên Kurdan yên navxweyî ne. Tirkîye fişareke mezin tîne ser Kurdistana Federal ku berpêyên PKKê bide teng kirin. Ji hukûmetê heta opozisyonê, ji xelkê Tirk heta ertêşê pêkve dijî Kurdan adeta „Sefera Tûranê“ hatîye organîze kirin. Di pirsa dîlgirtina 8 leşkeran da ev êrişkarî gihandin dereceya lîncê. Digel hindê jî PKK-HPGê li ser daxwaza giştî, destê rêvebirîya Kurdistana Federal û Amerîkayê xurt kir ku ew jî roleke pozîtîv û çêker bileyizin di konfilîkta digel Tirkîyeyê da û 8 leşker teslîmî wan kirin. Lê dewleta Tirk ev reftara pozîtîv ya PKKê dîsa ve şaş mana kir û pozisyona xwe ya şer parast û êrişên xwe hêj jî didomîne. Piştî ku Amerîkayê dijî êrişeke berfireh ya li ser başûr rezerva xwe aşkera kir, hukûmeta Tirk û opozisyonê zimanê xwe guhorîn û behsê başkirina têkilîyên digel rêvebirîya Kurdistana Federal kirin. Baykalê ku ji xwûnê pêve tiştek ji devî dernediket, nihe li ser faydeyê têkilîyan teklîfan dike!. Teklîfa kirî jî ji neoasîmîlasyonîzm û neokolonyalîzmê pêve tiştek nîne, lê axir beramberî rêvebirîya Kurdistana Federal jî zimanê xwe guhorî û ji wan xwast ku hevkarîyê nedine PKKê. Şik têda nîne ku têkilîyên Tirkîyeyê digel Kurdistana Federal baş bin eve di serî da dê di qazanca wan bi xwe da be. Lê belê, di ziman guhorîna wan da nîyet xirab e û dixwazin dîsa ve rêvebirîya polîtîk ya Kurdistana Federal dijî PKK-HPGê bêxine nav aksîyonekê ku qabilîyeta manewraya wan bidine şkandin. Daxwaza wan derêxistina şer e di navbeyna PKK û desthilata başûr da. Lê heke nikarin vê bidine kirin jî dixwazin qet nebe wargeh, binke û mangehên PKK-HPGê bidine ablûka kirin ku bibine nîşangeha bombeyên ertêşa Tirk. Ji tecrubeya salan sabit e ku dewleta Tirk dîsa ve dixwaze Kurdan berde hev. Şer danin alîyekê, ablûkayeke bi giştî û bêhnçikêr jî dê di xizmeta polîtîkên dewleta Tirk da be. Piştî tecrubeya malwêran ya hinde salan, mirovê Kurd dixwaze bawer bike ku rêvebirîya Kurdistana Federal bi çu awayî keysî nade van entrîkayên dewleta Tirk. Eman ha, çu tehemmula xelkê Kurd ya şer û dijberîya navxweyî nîne!. Tiştê ku dewleta Tirk, dewletên dagîrker yên Kurdistanê jê faydeyê bibînin divêt neyên kirin!. Ne şer, ne ablûka!. Piştgirîya neteweyî!.
ROJAN HAZIM
13 Çirîya Paşîn [Teşrîn-Mijdar-November] 2007[1]