FIRDEWSÎ Û SULTAN MEHMÛDÊ XAZNEWÎ
Memê Miksî
Çi Kurd, çi biyanî, di jiyana xwe da nivîskar û şa’iran qedrê heq kirî tu car nedîtine.
Piştî ji dinyayê bar dikin paşî milet li xwe mukir tê û dibêjin, “Wey bavo filan kes çi şareza bû”.
Ji wan kesên di jiyana xwe da qedir nedîtî yek jî şa’irê navdar ê fars Hakim Ebul-Qasim Firdewsî ye
Li ser daxwaza Sultan Mehmûdê Xaznewî, Firdewsî dest bi nivîsandina Şahnameya ku di cihanê da bi nav û deng kir. Li gor hin çavkaniyan jî, Firdewsî hinek ji Şahnameyê nivîsîbû. Bi wî halê temamnebûyî ve teqdîmê Sultan Mehmûd kir. Ew jî dema dixwîne gelek diecibîne û ji Firdewsî daxwaz dike berhema xwe biqedine. Her wiha di serî da pê ra qewl dike ji bo her beyteke wê zêrekê bide Firdewsî. Şa’irê navdar jî bi vî qewlê kirî gelek keyfxweş dibe û di 55 saliya xw da dest bi berdewamiya Şahnameyê dike.
Sultan Mehmûd ji bo wî di seraya xwe da odekê texsîs dike û gelekî qedrê wî digire
Firdewsî ji bo zêran hingî jê tê destana xwe dirêj dike. Destan, bi farisiya kevin ji mirovê pêşîn heta dewrê Yezdîgerdê sisêyan behsa dîroka farsan dike. Bi qasê tê gotin tam 30 salên girover li vê destana bi 60 hezar beytan pêkhatî xerc dike. Hêj Şahname neqedandî hin parçe jê di nav gel da tên bilavkirin; nav û dengê Firdewsî li her çar aliyê welêt bilav dibe. Ev yek jî li hemberê Firdewsî di serayê da dibe sedema zikreşiyê. Ji aliyê çend kesên çavnebar ve ji Sultan Mehmûd ra tê gotin ku Firdewsî rafizî ye. Ev gotin dema diçe guhên Sultan Mehmûdê Sûnnî, ji Firdewsî sar dibe. (Di derbarê vê bûyerê da gelek tişt tên gotin min xwest ya herrî berbelav bibêjim)
Roj tê dema ev şa’ir Şahnameya pêkhatî teqdîmê Sultan Mehmûd dike, dibîne zêrên di gel wî qewl kirî bi 60 hezar pereyên zîv hatine guhertin. Firdewsî bi vê xapandinê gelek dişkê û keda xwe ya sih salan li milet bilav dike. Piştî vê yekê Firdewsî helbesteke bi hiciv li ser Sultan Mehmûd dinivîse. Dibêjin dema ew vê hicvê dixwîne ji hirsan ji ser text dikeve xwarê. Derhal ji bo wî darve bikin ferman dide ku Firdewsî bê girtin. Firdewsî jî dizane dê çi bête serî; beriya ew li pê bên, bi zû li Tusê (Welatê wî) vedigere
Piştî demekê, Sultan Mehmûd radibe Şahnameyê ji serî heta binî dixwine û pê dihese ku neheqî li Firdewsî kiriye.
Derhal ferman dide 60 hezar zêran di gel hin xelatên biqîmet li devan bar dikin ji bo Firdewsî derdikevine rê. Dema karwan tête Tusê di deriyê Dubdarê ra derbaz dibe, dibînin vayê darbesta Firdewsî li ser milên hezkiriyên wî ji deriyê Rezzanê derdikeve, ber bi ziyaretê ‘Ebbasayê ve dimeşin.[1]