Bedlîsa Şeref Xan
Bedlîsa rengîn wextek ji wextan
Bi xeml û xêz bû ji tac û textan
Bi fermanrewa, melîk û mîr bû
Meclis û dîwan, lâl û wezîr bû
Artêş û serdar, leşker û serbaz
Warekî azad, rêk û pêk û saz
Artêşek xweser, nîzamek hemdem
Kurdên qehreman, pismamên Ristem
Leheng û şêr bûn, pilingên bêtirs
Bi tîrkevan û rim û şûr û gurz
Xwendin û huner, hem bezirganî
Bi ilm û zanîn, bi şaristanî
Jiyanek azad, xweşhal û aram
Gişt serbilind bûn, çi mîr çi xulam
Bedlîs serbajar, navenda welat
Bi Mûş û Xinûs, Motkan û Xelat
Sîmek û Baykan, Kawar û Karêz
Ew gund û bajar, hemî rêz bi rêz
Warek dewlemend, jîr û tor û têr
Şad û bextewar, keç û jin û mêr
Welatek gewre, xêrdar û zengîn
Bi mêrg û çîmen, bihuşta rengîn
Wek Deşta Mûşê wan rêzegundan
Tev zad û debar, kîlera kurdan
Kawar û Sîmek, Xelat û Karêz
Bi bax û bostan, pawan û parêz
Mêrg û kanî ne, çandin û çêre
Welatê Roşkan gişt xêr û bêr e
Şerefdîn, Nemrûd, Sîpan, Bilîcan
Ew diçêrandin, keriyên miyan
Zozanên Roşkan bi nav û deng in
Çiya û banî tev rengareng in
Ew diêwrînin pez û dewaran
Enbara qût û pût û debaran
Xwedî dikin ew celeb û terşan
Zozanên bilind, rûbarên erşan
Çandin û çinîn, xuşînên cotan
Dasûk û tirpan, alet û kotan
Tevr û bêr û mer, bi das û werîs
Bend û zevî bûn, Baykan û Bedlîs
Bostanên kurdan, ew bi hezaran
Didan sazkirin li van aqaran
Dixebitandin ermen û azer
Tiflîs, Naxçiwan, dişandin rêncber…
Ew dixebitîn bi şîrb û deman
Kurd xanedan bûn, nedibûn cenan
Serê biharê ta zivistanê
Rêncber dihatin ji Esfexanê
Rêncberên kurdan Azerbaycanî
Hin naxçiwanî, hin Esfexanî
Ne li qamê bûn, fêkî’w zerzewat
Hem dexl û dan û doş û beqliyat
Bi dims û şîre, bastîq û xarûz
Sêv û zerdele, hermî û girûz
Hêjîr û tirî, hem xox û karçîn
Guz, behîv, bindeq, bênok û darçîn
Qawin û petîx, dêmik û zebeş
Şilor û gilyaz, şelebotên reş
Gurz û dêz û lod, kadîn û kewar
Kîler û çal û tedbîr û debar
Gayên zehmetkêş, beygîr û gamêş
Hêstirên hêzdar, zîrek û barkêş
Hesp û mehînên çeleng û rehwan
Dengê bilbilan, qebqebên kewan
Rovî û kêwroşk, kûze û werşeq
Xezal, pezkûvî, pilingên deq deq
Çi heywan hene, kuvî û kedî
Temam mewcûd bûn li vî beledî
Qût û pût û mût, kut û dexl û dan
Qersûn û kupik, dene û sindan
Kulav û palas, mehfûr û mêzer
Bi sifr û sênî, berkêş û lenger
Têr, çewal, xirar, bar, barxan, bendek
Kewar û enbar, xan û xizênek
Bi goşt û qelî, qeymaq û tewaş
Hingiv û nîvişk, kade û lewaş
Halxweş, bextewar, gundî, bajarî
Bê tirs û xeter li vî diyarî
Bi kêf û henek, dîlan û govend
Bi vîn û aştî, yekdil û yekbend
Lawij, bêlîte, çîrok û stran
Bi şêx û mele, keşe û metran
Şivan û gavan, gundî û rêncber
Hoste û pispor, zane û rêber
Bajarê qedîm, bi sazî û sêr
Bi xwendegeh û bi mizgeft û dêr
Avasaziyek hemdemê wextê
Ewliya mest kir vê payîtextê
Bi sûk û bazar, bi cade’w kola
Bi xan û hemam, qonax û dikan
Bi birc û kelat, bi gor û kunbet
Bi rê û rêbar, tenzîm û xizmet
Xan û medrese, dergah û seran
Xemla xwe dabûn hemî deveran
Ne xurtî hebû, ne zilm û zorî,
Ne talankarî, ne jî çavsorî
Warek aram bû ev der û dever,
Tacir diborîn bê tirs, bê xeter
Gerok, misyoner, herkes diborî,
Emîn û aram, welatê jorî…
Ji Hind û Çînê û Tirkistanê,
Bê xem diborîn ji vê stanê
Nîzamek adil, tenzîmek pir baş,
Daborên Bedlîs, dimanane şaş
Bi qanûnî û fermî’w civakî,
Xeter hîç nebû li ser vî xakî
Hikmekî adil, saziyek rêzdar,
Bi qazî, miftî, wezîr û mixtar
Bi dad û qanûn, bi irf û adet,
Li warê Roşkan, heq û edalet
Keşe û Petrîk, mele û neqîb
Bi soz û bi bext û bi rêz û tertîb
Cihû û êzdî, file û mislîm,
Gişt xwendevan bûn, zane û ali
Hemiyan dixwend zarê zikmakî,
Serbest û azad, mafên civakî
Gişt xwendevan bûn, çavtêr û bê tirs,
Hem xweşexlaq bûn, hem merd û muxlis
Sin’et û huner, lêkol û lêger,
Bi cehd û xebat, bi rêz û tevger
Ev rewş û ev hal bi sal û salan,
Dom dikir dihat ji bab û kalan
Bi xwendevanî, hem şaristanî,
Hemwelatî bûn ew bi dostanî
Bi al û bi ol, dirav û dînar,
Saziyek mezbût, bi bêş û bi tar
Mesîh û Zerdeşt, Mûsa û Ehmed,
Gişt kurdistanî, gişt zarokên Med
Serbest û azad, hemî ol û dîn,
Bê buxz û hesed, zikreşî û kîn
Dizî û bertîl, şêlan û talan,
Kesî nedibihîst ji bab û kalan (*)
(*)- Destana Mihemed Axa Kelhokî- Şakir Epözdemir.[1]