Navê pirtûkê: Dengbêjên bavê min
Navê nivîskar: İkram Oğuz
Cihê çapkirina pirtûkê: almania
Navê çapxaneyê: Navkurd
Sala çapê: 2022
Bêguman hemû dengbêj, xwedî huner û afirînêr in. Xwediyê deng û avazên taybet û kesên curetkâr in. Lê ne tene di warê huner û hunermediyê da, dengbêj di hemû xalên jiyana xwe da jî, xwedî hevpariyên taybet in.Destpêka salên 70yî, em bi malbatî ji gund koçberî bajêr bibûn. Bavê min ê 60 salî hemû jiyana xwe li gund, di nav mêrg û zeviyan da, bi cotkarî û ajaldariyê derbas kiribû. Loma bajar lê teng dihat, ji jiyana xwe ya di nav bajêr da hatibû sînordarkirin. Eciz, xemgîniya wî jî zêde dibû. Sedema xemgîniya xwe dizanîbû û ji xwe ra dermanê xemrevandinê jî dîtibû. Her roj piştî şîva êvarê, teyîba li dîwar dardakirî digirt, li ser mînderê rûdinişt û teyîp jî dida ber xwe. Kasetek diavêt teyibê, pişta xwe dida balîfê, çavên digirt û bi dengê dengbêjên xwe ra di nav bîranînên xwe da digeriya. Piştî guhdarîkirina her stranekê, ji me ra qala bîranînek xwe yê li gund derbas bibû, dikir. Dûra rûyê wî dikeniya û xemgîniya wî direviya.Kasêtên dengbêjan, wê demê tenê di civatên gundan da, bi dizî dihatin qeydkirin û bi rêya nas û dostan di nav civakê da belav dibûn. Ew kasêt di bêrika bavê min da kêm nedibûn û di heftê da carek jî dihatin guhartin. Diçû sûka Serê Taxê, di çayxanekê da nas û dostekî xwe didît, kasêtên xwe bi yê nû ra trampe dikir û bi kêf û kelecan vedigeriya. Dengbêjên ku ew li kasêtên wan digeriya gelek bûn û ji wan dengbêjan yek jî Dengbêj Tahiro bû. Kaynak: Dengbêjek ji dengbêjên bavê min: Tahiro .[1]