Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,066
Wêne
  123,239
Pirtûk PDF
  22,020
Faylên peywendîdar
  124,348
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Di Wêjeya Kurdî de Rola Jinê 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Di Wêjeya Kurdî de Rola Jinê 1
Di Wêjeya Kurdî de Rola Jinê 1
Di Wêjeya Kurdî de Rola Jinê 1
Qahir Bateyî
Çawa ku di têkoşîna gelê kurd de jina kurd mil bi milê mêrê kurd daye, wisa jî di warê wêjeyê de dest û tiliyên xwe şil kirine.
Şaristanî, çand, helbset, zanist û wêje li her şûn û warê welatekî bi tenê bi hêza milê mêran pêk nehatiye. Di vî warî de jinan jî pêngav avêtine, wan jî barek hilgirtine. Di meydana wêjeya kurdî de jina kurd jî hespê xwe bezandiye û di baxçeyê wêjeya kurdî de kulîlkên herî xweşik wê çandine.
Ma kîjan ji me ye ku li ber lorikên dayikan di dergûşa xwe de di xew de neçûye? Kîjan ji me ye ku li ber dengê stranên bêrîvanên kurd ku dengê wan dişibe xum xuma ava çeman, evîndar nebûye? Kîjan ji me ye ku tûrikê xwe bi çîrokên dayikan tijî nekiriye?
Belê, çawa ku jina kurd di parastina ziman de rola sereke lîstiye, di wêjeya kurdî de jî roleke girîng lîstiye. Bi taybetî jî di wêjeya devkî de.
Di warê çîrok, çîvanok, heyranok, payîzok, tiştonek û hwd. de rola jina kurd tê zanîn. Heya îro jî li deverên çiyayî dayikên ku li ber pêla asîmîlasyonê neketine, dema deriyê tûrê xwe vedikin, çîrok, çîvanok, heyranok, payîzok... jê diweşin.
Tabî çaxê gotina van heyranok, poyîzok û çîrokan cihê cihê ye. Her yek li cihê xwe tê gotin. Yanî her yekê li ser bûyerekê şikil girtiye û di dema wê de tê gotin.
Dema ku mirov li jiyana civaka kurd dinêre mirov dibîne ku di her warê jiyana wan de jinê cihekî xwe yê taybet heye. Mirov dikare bibêje ku jina kurd di nava jiyana civakî, ramyarî de ji xwe re textek ava kiriye.
Em pêşayîkê li wêjeya devkî binêrin ka jina kurd çawa ji xwe re bircên resen avakirine, paşî jî em vegerin ser wêjeya niviskî.
Di gotinên pêşiyan de jin
Di gotinên pêşiyan de pendên ku li ser jinê hatine gotin pir in. Ev yek bê hed û hesab in. Ev gotin qîmeta ku civaka kurd daye jinê nîşanî me didin. Wekî:
“Jin jiyan e”, “Jin kaniya jiyanê ye”, “Jin bedewiya jiyanê ye”, “Jin sebr e”, “Berê text yê jinê bûye”, “Bi xweziyan dest nagihîje baqê keziyan”, “Avahiya malê kabanî ye”, “Jin gol e, mêr çem e”, “Mal têr e, kabanî şêr e”, “Dayik ji bav şirîntir e”, “Zarok yê dayê ye ne yê bab e”, “Şêr şêr e çi jin e çi mêr e”, “Jin dîwarê hundir, mêr dîwarê derve ye”, “Jin heya ji mêran zêde ye”, “Jina baş ji hezar mêrê xerab çêtir e”, “Qîz hene bi heft kuran nadin”, “Qîza filankesê xwîna mêrekê ye”.
Motîva jina baş û ya xirab
Civaka kurd çawa ku cihek birûmet daye jinan, wisa jî di navbera jina baş û ya nebaş de sînorek jî danî ye. Bi vî awayî her gav jina baş rûspî û jina xirab jî rûreş daye nîşan. Yanî civakê hemû jin nexistine dereceyekê.
Ev gotin vê yekê ronî dikin
“Jin jî heye jinkok jî heye, jin li ser jinê re heye”, “Jin hene jan jî hene”, “Jina baş mirovan dike wezîr, jina xirab mirovan dike rezîl”.
Li ser keçîniyê
Civaka kurd her dem keç ji hemû xirabiyan parastiye, nexwestiye ku navê wê xirab derkeve. Keç hene ku di civakê de bûne xwedî rûmeteke mezin. Lewre li ser keçan jî gelek gotin hatine gotin. Wêkî:
”Qîza filankesê xwîna mêrekê ye”, ”Bila mirov ziyaretan xirab bike, lê navê keçan xirab neke”, ”Bila qîzê bibin ser xencerê, nebin ser xeberê”, ”Babê bêqîz çiyayê bêav e”.
Şerê bûk û xesûyê
Li ser têkiliyên bûk û xesûyê û desthilatdariya ku xesû li ser bûkê dike jî gelek gotinên pêşiyan hene. Wekî:
”Qîzîtî çiqas xweş e, bûkatî gula geş e, wexta ku dikeve darê dergûşê, per û baskê wê diweşe”, ”Bûme bûk, bûme pepûk”, ”Bûka xalan delaliya malan”, ”Bûka apê kete kapê, bûka xalê delaliya malê”, ”Bûkê tune ziman, xesûyê tune îman”.
Di destanan de jina kurd
Dema ku mirov destanên kurd analîz dike, mirov rastî serdestiya jinan tê. Di wan destanan de jin xwedî erk û berpirsyar in. Di pêşketina bûyerên wan destanan de jin roleke mezin dilîzin. Ew her tim li dijî neheqî û bêdadiyê radiwestin. Di wan destanan de têkoşînek jinan heye. Bi xwîna xwe jî be jinan di wan destanan de ji xwe re textek avakirine.
Gelek materyalên li ser vê babetê gihîştine ber destên me, her wiha gelek jî yên devkî ne. Wekî:
Memê Alan, Zîna Zêdan, Siyabend û Xecê, Binewşa Narîn û Cembeliyê Kurê Mîrê Hekariyan, Mem û Eyşê, Zembîlfiroş, Sêva Hecî, Menşa Eliyê Selîm Axa, Fatima Salih Axa…
Bi vî awayî bi dehan destanên nivîskî û devkî hene ku tê de serdestiya jinê an jî jinçakî- babegîdiya wê xwe dide der.
Di destanên kurdî de babeteke gelek balkêş jî babeta evîndariyê ye. Evîndariya ku ji keçikê re tê qedexekirin. Gelek caran dawiya van evînan dibe trajedî, gelek caran mirinê jî bi xwe re tîne. Lê tiştê balkêş ew e ku li hemberî keça evîndar bab, bira, dayik, ap çiqas zordestî bi karbînin jî, keç bi ya xwe dike. Li ser van bûyeran bi sedan destanên devkî hene. Çi dibe bila bibe, keç bi ya xwe dike. Ew li hemberî xwe tu zor û zehmetiyan nas nake, ji bo ku bigihîje evîna xwe- evîndarê xwe terka her kesî dike.
Wekî ku di serpêhatiya keça bi navê Hedo û Hesenê Musa de, Hedo wiha dibêje:
“Wele bi xwedê min didinê min nadinê
Min nadinê ezê kincên xwe bişînin ser boyaxê reşkirinê
Ezê mara mêran piştî çavê reş û belek
Li xwe heram kim li darê dinê
De hey wax mala min
Sola torinê Mala Musa qetiya ji çûyînê, ji hatinê
Cilê mala bavê min qetiyan ji danînê, ji raxistinê
Guhê dayika min qul kirin bi galgalê bi gotinê”.
Di strana kurdî de jin
Dema ku mirov naveroka stranên kurdî dinêre mirov dibîne ku temaya evînê temayek herî xurt e.Çawa ku lawikan stran li ser keçikan gotine, wisa jî keçikan strna li ser evîndarên xwe yên law ristine.
Ya rast dema ku mirov straên îro û yên berê dide ber hev, di stranên berê de serbestiya jinê bi awayekî resen derdikeve holê. Mesela keç tim dixwaze dilketiyê xwe wekî “dost” bibîne, keç wî wek “mêvan” bi nav dike û evînê li ser her tiştî re dibîne, malê dinyayê davêje aliyekê. Lê divê mirov bibêje ku di vê evînê de xapandin tuneye, lîstik tuneye, durûtî tuneye, nizimbûn tuneye. Evîneke paqij, evînek xwezayî, evîneke mîna gulsosinên çiyayî bêguneh heye.
Di van strana de hest û ramanên keça kurd wiha derdiçin:
“Lawiko, were de tu were,
Bila serê min qurbana serê te be,
Şevek şevên van payîzan
Mêvanê sîng û berê dosta xwa be
Bêguman ev cureyê strana kurdî pir dewlemend e. Her wiha ev cureyê stranên evînê li hin cihan pir vekirî ne. Yan lawik li ser bedena keçikê dibêje, yan jî keçik bixwe li ser bedena xwe dibêje. Çavên xwe dişibîne çavên xezalan, bisk û keziyên xwe dişibîne marê reş, sîng û berê xwe dişibîne zozanan, biryên xwe dişibîne heyva sê şevî. … Yanî hêmayên gelek dewlemend di van stranên evînê de hene. Me got gelek caran ev stran pir vekirîne. Wekî vê stranê:
“De lê lo heyran
Wezê delalê malê bi rêkim
Wezê temamê rûnê xinisan jê re lêkim
Eger qîma delalê malê pê neyê
Wezê cotê memikan jê re pêşkêş kim”.
An jî wek vê
Lawiko
“Dilê min li ser dilê min re kale kale
Îro cabek ji min re hatiye, dibê lawikê te,
Li welatê xerîbiyê nexweş e, pir bedhal e.
Li welatê xerîbiyê ne balgî ye, ne doşek, ne perpale,
Ezê îznê ji dê û bavê xwe bixwazim,
Herim welatê xerîb, xwe jê re bikim balgî,
Sînga xwe bikim perpale,
Bila lawikê min bi kêf be, êdî nenale”.
Dîsa di stranên kurdî yên ku jin dibêjin de motîveke balkêş heye. Ew jî li ser wan mêran tên gotin ku ji heqê jinên xwe, an jî dilketiyên ku ji heqê heskiriyên xwe dernayên. Ew mêr gelek caran ji aliyê jinan de wek mêr nayên hesibandin. Jin navên nizm li wan dikin: Wekî: “Mêrên çeper, şindonek, kund, kundo, nemêr, şilek, mêrê ketî, pintî, mindar…
Tabî gelek sedemên van strnanan jî hene. Wekî ku bi darê zorê ve hatibe revandin, zewaca bêdil, hevî anîn, çavdêriya mêran, ji mêrtiyê ketin. Dawiya van yekan jin digihîje vê dereceyê ku stranên wekî vê stranê li ser wan mêran bibêje:
“Ezê Diyarbekira şewitî ketim bi mişmişe,
Toq û beniyê min rebenê ser bejna zirav xuşexuşe,
Bila bavê min xêrê bike, xêrê nebîne,
Çawa ezê nedam Xelîlê Qazî, lawkê kurmanc,
Ezê dam kum bi qulkî ji vanê bajariyan,
Ji êvarê heta sibê li ser sîngê min diponije”.
Bêguman ne tenê di stranên evînê de jinan cihekî payeberz girtine. Her wiha di stranên egiîdiyê de, yên rêncberiyê de û civakî de jî jin roleke sereke dilîzin. Lê belê mirov dikare bibêje ne bi qasî stranên evînê.
Her wiha dîsa di çîroka kurdî de jin roleke erjeng dilîze. Ne tenê ji hêla gotinê ve, her wiha ew bixwe di nava çîrokê de ye. Ew carinan periyeke li asîman e, yan li girava heft behran e. Carinan pîreke sehirker e li nava gundan, carinan pîreke xêrwaze li serê riyan. Yanî bi gelek awayan di nava çîrok û heyranokan de cihê xwe digire.
Qahir Bateyî
Çavkanî:
1) Dîroka Wêjeyê Kurdî (F. Huseyn Sağniç)
2) Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan (Rohat)
3) Sanat ve Edebiyatta Temel Kavramlar (Yakup Çelîk)
4) Edebiyet ve Ahlak -Vesta – Hejmar 3-4 (Nujiyan Munzur)
5) Teblîgata Konferansa Wêje û Çandê ya Amedê (Alattîn Aktaş)
6) Ziman û Wêjeya Kurdî (Qahir Bateyî)
7) Wêjeya Kurdî –Maxmûr (Îsmet Yalmaç)[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 4,491 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | yuksekovahaber.com.tr
Faylên peywendîdar: 1
Gotarên Girêdayî: 50
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 27-02-2006 (19 Sal)
Bajêr: Hekarî
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Kategorîya Naverokê: Jinan
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 21-03-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 21-03-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( ڕۆژگار کەرکووکی ) ve li ser 16-08-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 4,491 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.75 çirke!