Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,122
Wêne
  123,321
Pirtûk PDF
  22,029
Faylên peywendîdar
  124,465
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Di Nava Dîroka Kurdan De Jinên Ku Derketine Pêş
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Di Nava Dîroka Kurdan De Jinên Ku Derketine Pêş
Di Nava Dîroka Kurdan De Jinên Ku Derketine Pêş
Di Nava Dîroka Kurdan De Jinên Ku Derketine Pêş

DEYFE XATUN: Xwerziya Selehattin Eyûbî ye. Li Helebê ji dayîk dibe. Di 25 saliya xwe de ji xanedana Eyûbiyan bi Elzahêr re dizevice. Lê piştî 7 sal şûn de hewserê wê dimire û Deyfe Xatûn bi cihê wî dibe rêvebira Helebê.
10 sal rêveberiya Helebê dike. Kurê wê 17 di saliya xwe de rêveberiyê dewir digire. Lê ji ber ku di 24 saliya xwe de dimire, Deyfa Xatun cardin dibe rêvebira Helebê û şeş salên din Helebê birêve dibe.
Li hember êrişên Moxolan berxwedaniyek pir mezin dide. Bi dehan caran bi artêşa xwe li hember êrişên Moxolan serdikeve.
Deyfe Xatun piştî serkeftinên xwe yên di şer de, li Helebê dibistanek bi navê Fîrdewsî ku nivîskarê ŞAHNAME’yê ye avadike.
MEHÛŞ SENENDECÎ (Sine): Di sedsala 13. de weke jineke helbestvan derdikeve pêş. Di serdema xwe de di wêjeya Kurdî de pir navdare.
Mehûş Senendecî di helbestên xwe de ciheke girîng dide êş û azarên gelê Kurd.
Di dema Mehûş Senendecî de civaka Kurd êşên xwe yên ji sedema Ereba Îslam rûbirû dimînin bi rêya helbestan tînin ser ziman.
Ji xwe îro ji saya hûnera helbestan çand û dîroka gelê Kurd wenda nebûye. Di heman demê de mirov dikare qada wêjeyê bi taybet jî ya helbestvantiyê weke qada tekoşîna jina Kurd jî bi nav bike.
RİHAN LORÎSTANÎ: Di sedsala 15. de jiyan kiriye. Jineke tembûrvan û helbestvaneke mezin ya herêma Loristanê ye.
Rihan Lorîstanî di heman demê de jineke rewşenbîr û bijîşk e.
Hunera Rihan Loristanî, hîna jî di nava folklor û hunera Loristanê de zindîbûna xwe diparêze.
XATÛNA ZADÎNE: Di sedsala şazdemîn de li Rojhilatê Kurdîstanê Qela Dimdimê keleyek bi nav û deng bûye. Kurd, li hember Ebasiyan di Qela Dimdimê de tekoşînek nav û deng didin.
Ji bona parastina Qela Dimdimê jinên Kurd bi fedakarî û welatparêziyeke mezin têkoşîn dikin. Lê dîsa jî Qela Dimdimê dikeve destên Ebasiyan de.
Dema ku Dimdim dikeve destên Ebasiyan bi sedan jinên Kurd, ji bo nekevin destên dijmin jehr vexwarin û xwe ji dîwarên Qelê de avêtin.
Xatûna Zadîne piştî hevserê wê Mîr Ebdela Xan dimire dibe rêvebera heremê. Piştî ku dibe rêveber bi armanca tolhildana wan jinên ku di Qela Dimdimê de jiyana xwe ji dest dane, bi artêşeke hezar leşkerî ve êrîş dibe ser Qela Dimdimê û Qelê cardin bi dest dixe. Ji artêşa Xatûna Zadîne re hêzên Çengzêrîn dihat gotin. Demeke dirêj rêveberiya herêmê dike.
MAH ŞEREF XANİMA KURDİSTANÎ: Jineke Erdelanî ye û li bajarê Sine di sala 1804′ an de ji dayîk dibe. Di sedsala nozdemîn de ango di serdemê serhildanan de jiyan kiriye.
Nivîskar û helbestvaneke navdare. Bi raman û xweşikbûna xwe li ser hemdemên xwe û cîhana edebiyata Îranê bandoreke pir mezin çê dike.
Mah Şeref Xanima Kurdistanî di nava Erdelaniyan bi xwe de bi navê MESTÛRE ERDELANÎ tê naskirin.
Dîvaneke helbestan ya ku ji 20 hezar beytan pêk tê dinivîsîne. Gelek pirtûk û meqale nivîsandiye. Pirtûka wê ya herî navdar bi navê Kurdistana Dîrokî ye.
Yekemîn dîvana wê piştî mirina wê 39 sal şûn de ji milê Farsan bi navê Dîvanî Mah Şeref Xanima Kurdistanî tê çapkirin.
Di pirtûka xwe ya bi navê Kurdistana Dîrokî de ji ciwanên Kurdan re wiha bangavazî dike; Keç û Xortên Kurd binivîsin. Şerê navxweyî û êşa gelê me binivîsin. Destpêkê hîs bikin û pişt re binivîsin. Bila her tişt ji sibê re bimîne. Dagirkerî, talan û şerê îxtîdarê binivîsin. Yek jî ruxmê wana hemûyan qehremantî û evînên tên jiyankirin binivîsin.
HATU ŞEHNAZ: Jina begê Erdelanê Helo Xan e. Begê Erdelanê Helo Xan ji bona parastina Erdelan bi Farsan re ketiye nava şer. Hatu Şehnaz dema Helo Xan dişîne cihê şer wiha dibêje: ez naxwazim xwîna te bikeve ser axê, lê heger tu dê bizanibî ku axa me wê bikeve destên dijmin, wê demê mirin ya herî xweş û pîroze.
Dema ku şer dijwar dibe ji bona alîkariyê HATU ŞEHNAZ ji hemû jinên Erdelanê re bangavaziya tewlîbûna şer dike û wiha dibêje: hemû jinên ciwan bila cilê zilaman xwe bikin û werin cihê şer. Yên ku dixwazin dîl bikevin destên Îraniyan jî bila di malên xwe de bisekinin. Ji bona ku dijmin nezane ew jin in, ji bona wê dibêje hemû cilên zilaman xwe bikin.
Li ser bangavaziya HATU ŞEHNAZ, 500 jinên Kurd bi cilê zilaman, hesp û şûrên xwe ji bona şer amade dibin.
Ew artêşa jinan di bin fermandartiya Hatu Şehnaz de diçe tevlî şer dibe. 3 rojan şereke dijwar tê jiyankirin. Jinên Kurd di bin fermandartiya Hatu Şehnaz de tekoşîneke pir mezin didin. Zilamên Kurd ên ku di cepha şer dene ji wê rewşê hêzeke pir mezin digirin. Û şer bi serkeftina Erdelaniya xilas dibe.
Bi wê awayê Hatu Şehnaz weke yekemîn jina Kurd a fermandar bi nav û deng dibe.
XATÛNA EDÎLE: Di sedsala nozdemîn de di herêma Soran de Eşîra Caf bi nav û deng bû. Xatûna Edîle piştî mirina hevserê xwe dibe rêvebera eşîrê. Pazdeh salan rêveberiya vê eşîrê dike.
Xatûna Edîle bi xwe ji bajarê Helebçeyê ye. Bi kesayeta xwe ya bi hêz li ser heremê bandoreke pir mezin hebû.
Dewleta Îranê û hinek eşîrên Kurd dixwazin XATÛNA EDÎLE bikêşin nava şerê wê demê yê nîjadperest û berjewendîperest.
Lê Xatûna Edîle bi wana re nabe yek. Polîtîka û siyaseteke serbixwe dide meşandin. Ev rêbazê serbixwe ji bo wê demê gelek girînge. Serbixwe tewgerandin hêz û zanebûna Xatûna Edîle diyar dike.
FATA REŞ: di sedsala nozdemîn de ango di şerê Osmanî û Rusan de jina Kurd FATA REŞ bi şerkeriya xwe deng vedide.
FATA REŞ serokeşîra Kurdên Mereşê ye. Bi xwe Elewî ye. Bi artêşa xwe ya 300 kesî ve ji Mereşê tê Îstenbolê û tevlî şerê Osmanî û Rûsan dibe.
Rojnameyên Rus, Îngîlîz, Fransî û Almanan hemû li ser şerkeriya wê jina Kurd wiha dinivîsin: “Li ser yekîneyên leşkerî piranî jinên Kurd disekinin û wana di asta fermandariyê de di nava artêşa Tirkan de cihê xwe digirin”.
Dîsa nivîskarê Hollandayî LOBEL di pirtûka xwe ya li ser Tirkiyê de wiha dinivîsîne: Jinên Kurd li gorî jinên din yên rojhilat hê bêtir azadin û weke zilaman egîd in. Mînaka wê ya herî baş jî FATA REŞ e”.
MAYAN XATÛN: Di sedsala nozdemîn de jiyan kiriyê û keça mîreke Êzîdî ye.Malbata Mayan Xatûn, êş û komkujiyên ku Êzîdî ji ber bawariya xwe pê re rûbirû mane tev jê re dibêjin.
Mayan Xatûn bi çanda olê Yêzîdî tê mezin kirin. Li gorî wê çandê Meleka Tawus a ku ji ber zanyariya xwe li hember xwedê serî radike ya rastî ji milê xwedê ve meleka herî zêde tê heskirin e. Ji ber ku xwedê zanyar û azadîxwaz e.
Ango Êzîdî xwedî çandeke zanyarî, azadîxwaz û serhildêr in. Ji ber wan teybetmendiyên xwe ola xwe, zimanê xwe û çanda xwe hertim parastine.
Mayan Xatûn jineke polîtîk, xwedî hêzeke ramanî bû. Dema ku hewserê wê Mîr Alî Beg dimire Mayan Xatûn dibe rêvebera eşîra Êzîdiyan.
Mayan Xatûn bi rêveberiya xwe ya bi adalet bandoreke pir mezin li ser gelê heremê dide çêkirin. Di demekî kin de Mayan Xatûn rêveberiya hemû eşîrên Êzîdiyan û heremê digire ser xwe.
Bi kesayeta xwe ya bi hêz li ser rêveberên Tirk û Osmaniyan bandoreke pir mezin dide çêkirin.
Mayan Xatûn di dîrokê de yekemîn jina Êzîdiye ku dibe Mîr û rêweberiya heremekê dike.
ENCÛM YAMULKÎ: Yekemîn rêxistina jinên Kurd di sala 1919 an de bi pêşengîtiya Encûm Yamulkî tê avakirin. Navê rêxistinê Civaka Bilindkirina Jinên Kurd bû. Serokê wê jî Encûm Yamulkî bû.
Encûm Yamulkî ji malbatek arîstokrat ango çîna jorîn ya civaka Kurdan dihat. Ji xwe jinên di nava rêxistinê de cihê xwe digirin jî hemû ji çîna arîstokrat a Kurd bûn.
Encûm Yamulkî wê demê jineke bijîjk û rewşenbîr bû. Lê bingehê netewperveriya xwe ji çanda Kurdan zêdetir disparte çanda rojava.
Encûm Yamulkî bi gotina xwe ya ku dibêje “Kurd ji bona her tiştî soz nadin, lê dema ku sozek dan jî ji wê soza xwe navegerin” tê nasîn.
ZERÎFE: Si sedsala 20 an de bi serhildana Koçgirî re weke jineke serhildêr û egîd derdikeve pêş.
Jineke welatpervere û hemû jiyana xwe bi berxwedaniya azad kirina Kurdistanê derbas dike.
Evîna xwe ya bi Elîşêr re, bi evîna Kurdistanê tê hunandin. Tim bi gotina HEVAL gazî hewdû kirine.
Zerîfe him jineke helbestvan û polîtîk e û him jî jineke serhildêr û azadîxwaz e. Gelek helbest û maqalan dinivîsîne lê piraniyên wan bi destên xayinan dikeve destê dijmin.
Di serhildana Koçgirî de di asta pêşengîtiyê de rol dileyîze û bi şerê xwe gelek jinên Kurd bandor dike. Di şerê çekdarî de bi nîşangeriya xwe deng vedide.
Di rêxistin kirin û hişyar kirina gel de xebat dide meşandin û di çareser kirina pirsgirêkên aşîran de hewildanên pir mezin dide.
BESÊ: Di serhildana Dersîmê de Besê weke efsaneyek derdikeve pêş. Ji eşîra ALAN e a ku di Dersîmê de herî bi nav û deng e û jina Seyit Riza ye.
Bi welatparêzî, şerkerî û lehengiya xwe bandoreke pir mezin çêdike û li hember dijmin şereke pir dijwar dide.
Di bin bombebarana balafiran de heyanê cepxana xwe bi dawî dike berxwe dide. Dema ku cepxana wê xilas dibe bi keviran berxwe dide û pişt re ji bona nekeve destên dijmin xwe ji zinaran de davêje.
Di serhildana Dersîmê de gelek jinên mîna Besê qehreman derdikevin. Tê gotin ku di serhildana Dersîmê de nêzî 1500 jinên Kurd ji bo nekevin destê dijmin weke Besê xwe ji zinaran de davêjin yan jî xwe bi çeman de berdidin.
MERYEMXAN: Di Sedsala nozdemîn de jiyan dike. Keçeke ji eşîra Botî ye. Ango ji Şirnexê ye. Meryemxan bi dîvana dengbêjan re mezin dibe. Her ku li gund dîvana dengbêjan kom dibe, Meryem xan jî li ser banê malê wan guhdar dike. Ji ber ku jine, nikare biçe nava dîvanê cihê xwe bigire.
Di nava civaka Botiyan de dengbêjî ji bona jinan şerm e. Ji bona wê Meryemxan bi salan tenê bi xwe re stranan dibêje. Lê dengbêjî ji bona wê weke evînê ye.
Ji sedema ku dema serhildanan û komkujiya Ermeniyan e, malbata Meryemxan ji neçarî koçberî Musulê dibin. Li wê derê bi malbata Bedîrxaniyan re têkiliyên malbatî çê dikin.
Malbata Bedîrxaniyan ji xweşikbûn û dengbêjiya MERYEMXAN pir bandor dibin.
Piştre Meryemxan bi Mehmet Bedîrxan re dizewice. Lê piştî ku dizewicin şûnde malbata Bedîrxaniyan nahêlin Meryemxan dengbêjiyê bike.
MERYEM XAN ji wê nêzîkatiya Bedîrxaniyan re serî natewîne û zilamê xwe berdide. Ji ber ku heskirina wê ya dengbêjiyê bi eşq û heskirineke pir mezine.
Piştî ku zilamê xwe ber dide diçe Baxdatê cem xwişka xwe Elmas Xan ku bi Îngîlîzekê re zewiciye. Mala Elmas Xan ji ber zilamê wê weke malavahiya siyasetmedar, rewşenbîr û hunermenda ye.
Li wê derê Meryem Xan gelek hunermendên Kurd nasdike û bi wan re stranan dibêje. Piştî ku di nava wan hunermendan de strana dibêje bi xweşikbûna dengê xwe di demekî pir kin de bi nav û deng dibe.
Bi wî avayî di nava civaka Kurdan de weke jineke dengbêj dibe yekemîn ku plaqa xwe derdixe. Di sala 1939 de di Radyo ya Baxdayê de stranan dibêje. Niha jî gorê wê li Baxdayê ye.
RİNDÊXAN: Piştî serhildana Şêx Seyîd şûnde di bin navê Şark İslahat Planî de pêk anînên ku li ser Kurdan tên kirin, dibe sedem ku ji milê gelek eşîrên Kurdan ve berxwedan pêşbikeve. Ew berxwedanên eşîran weke serî rakirinên biçuk jî tên bi nav kirin. Ji ber ku berxwedaniyên wan eşîran qut qutî û bi herema xwe re sînordar dimîne wisa tê gotin.
Yek ji wan eşîran ku bi berxwedaniya xwe deng vedaye eşîra mala Eliyê Yunis e. Mala Eliyê Yunus herî bêtir bi berxwedaniya keça Eliyê Yunus RİNDÊXAN deng vedide.
RİNDÊXAN bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê deng dide û bi şerkeriya xwe jî dibe efsaneyek. Rindexan ji destpêkê heyanê têkçûyîna şer, weke egîdekê pêşengiya şer dike.
Lê di nava şer de Rindexan bi birîndarî dikeve destê dijmin. Fermandarê leşkerên komarê li hember navdarî û xweşikbûna wê matmayî dimîne.
Fermandarê dijmin, hewl dide dest bavêje Rindexanê. Li hember vê bêçaretiyê, Rindexan ji fermandar re wiha dibêje; “Ez girtî me, hûn xwedî her cure tasarûfa li ser laşê min in, encax ez nikarim li ser axa ku di bin serdestiya mala bavê min de ne, bi we re bim. Ku hûn di nava van sînoran de dest bavêjin min, ezê xwe bikujim”
Li ser vê yekê fermandar pirsa, ka sînorên axên bavê te li ku diqede dike. Rindexan wiha dibêje; “Çemê Batmanê sînorê me ye. Tu dikarî piştî Pira Malabadê bibî xwediyê min”
Dema ku digihên Pira Malabadê, Rindexan dibê “ez dixwazim herî dawî li axa bavê xwe binêrim” û destûra ku biçe ser Pira Malabadê dixwaze. Piştre xwe davêje çemê Batmanê.

Gotinên wê yên dawîn li Pira Malabadê wiha bilind dibe;
Ez im rinda Rindêxan
Keça mîr û axa û çiyan
Ey Tirkê Tacik
Karê we çi ye li van çiyan
Rinda bûye namdar
Ez dimirim, birîndar û bê zar
Teslîm nabim destê neyar û naçim bê ar.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 4,431 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | grojava.com
Faylên peywendîdar: 1
Gotarên Girêdayî: 48
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 15-06-2019 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Kategorîya Naverokê: Çand
Kategorîya Naverokê: Jinan
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 21-03-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 22-03-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( ڕۆژگار کەرکووکی ) ve li ser 16-08-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 4,431 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.170 KB 21-03-2022 Burhan SönmezB.S.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.36 çirke!