Navê pirtûkê: Efrîn Destane Û Birîn
Navê nivîskar: Merwan Berekat
Cihê çapkirina pirtûkê: BERLIN
Navê çapxaneyê: SERSERA
Sala çapê: 2018
Dilovan e KURDONÎS. Dema ku herdu memikên wê yên jiyanvejînî bûn lêmiştzê, hîngê Cûdiyê pêdar û aştîxwez hemêza xwe ji keştiya bapîrê Birasoz¹ re kire rawestgeh. Gelek name di tomargeha Mezobotamiya de bûn banga iyaneke nû û helbestên Dicle û Ferêt li ser pertavên rojê hatin hûnandin. Gavên demê li bejna wê hatin alandin û ji ser herikandina xwe venegerî û hîn jî vedenga wê herikandinê di guhên dîrokê de wek sîmfoniyeke pîr pêl vedide. Ne dûr e; di navkel û paşela çiyan de dîsa siwarên ronahiyê dê nimêja serkeftina jiyanê bikin û ber bi rastiyê rêkevin. Belê; careke din dîrok tê serastkirin.
Hovên sedsala bîst û yekê bi xewnên xwe yên tarî re rêdikevin û hewil didin ku gilîzê hovîtiya xwe di ser pîroziya vê xakê de birjînin û jiyana Kurdistaniyan li gor
tariya mejiyê xwe bidin ber dûzanê. Lê navikên wan şaş hatine birîn û di serguyên kîndariyê de hatine veşartin. Belkî nayê bîra wan ku Nîron² di nav serguyê dîrokeke.[1]