Navê pirtûkê: Mijabad
Navê nivîskar: Jan Dost
Cihê çapkirina pirtûkê: Amedê
Navê çapxaneyê: Belkî
Sala çapê: 2004
Di Mijabadê de Trajediya Evînî û Şexsî
Badînê Amêdî: Yekemîn lehengê romanê ye û roman ji bîranînên wî pêk hatiye. Badîn hem mexdûrê evîneke dijwar û bêhavil e hem jî sêwiyê trajediya netewî ya kurd e. Kalikê wî Mela Qadir ji ber doza neteweyî ji aliyê Osmaniyan ve tê darde kirin. Bavê Badîn Unisê Amêdî jî beşdarî Şoreşa Şêx Mehmud Berzencî dibe û şehîd dikeve. Badîn bavê xwe nediye her weha ji ber ku di katê zayînê de Hamêsta diya wî diçe ser dilovaniya xwe wê jî nabîne, li Amêdiyê li ber destê dapîra xwe mezin dibe. Wexta bi xortaniya xwe dihese dil berdide keça meta xwe, lê ji ber ku her du xuşk û birayên şîr in zewaca wan qedexe ye. Ev bandoreke pir mezin li ser herdu xortan dike. Keçik heşê xwe wunda dike, Badîn jî ji kerban terkeser dibe. Badîn li Silêmaniyê dest bi jiyanake nû dike lê li vir dikeve kemîna evîneke gelek xedar. Navê wê Jale ye. Badîn bi şêweyeke bêsalix bi hemû hebûna xwe ve bi Jaleyê ve tê girêdan. Vê evîna dilhej wî sews û gêj dike lê dawiya vê çîrokê riswatiye ku Badîn dibêje: “Riswayê işqê tenha ne ez bûm/ Kes dî zemanan hub bê melamet” Belê ev malik encama trajediya evînê ye bi şêweyeke giştî. Jale keçek e ku bi rindiya xwe navûdeng daye, heta tê gotin şaîrê meşhur Goran wan helbestên xwe yên xweşik û lîrîk ji ber evîna Jaleyê nivîsandiye. Jale keçeke gelek çalak û serbest e. Badîn û Jale du-sê sal li Silêmaniyê bi hev re dijîn; lê Jale xezaleke kovî ye bi ciyekî ve nayê girêdan, pêşî diçe Bexdayê beşa zimanê inglîzî dixwîne paşê jî, ji binî ve terka Badîn dike. Badîn bi wundakirina yara xwe adeta serxweş dibe dilê xwe yê wêranbûyî û seqamgirtî dide ber agirê şoreşa kurdî û beşdarî refê pêşmergeyên Barzanî dibe. Şer dike tê zîndankirin dawiyê de ligel pêşmergeyan bi serperiştiya Barzanî derbasî Mehabadê dibin. Badîn şaîreke kurmancînus e, hevalên wî li Mehabadê şaîrên meşhur Hejar û Hêmin in. Di dibistanekê de dest bi mamostetiyê dike li vir Mujdeyê nas dike Mujde jî mamosteye. Badîn hêdî hêdî bi Mujdeyê ve tê girêdan ew û Mujde ji hev hez dikin êdî behsa wextê nîşaniyê dikin. Lê hevalê Badîn Kerîmê Şikakî ku Mujdeyê re bavîtî kiriye wê mezin kiriye bê dil e. Kerîm tevlî malbata xwe her weha tevlî Mujdeyê diçin Şinoyê cîwar dibin. Badîn ji yara xwe tu xeberekê nagire. Dawiyê de Mujde bi Kerîmê Şikakî re dizewice. Piştî vê bûyerê Badîn ji dunyayê bi temamî sar dibe weke miriyekî li ser piya digere. Ji bo halê Badîn wisa tê gotin: “Yek caran herifîna evînekê ji sed mirinî xedartir û dijwartir e.” Tevî jana têkçûna evînê rewşa berew têkçûna komarê jî bandoreke gelek xedar li Badîn dike. Badîn ji binî de bê hêvî dibe xwe dihavêje mala xwe û xwe dispêre mirinê. Jaleya Hewramî: Lehenga duyemîn e di romanê de her çend Badîn ji bilî Jaleyê ji keça meta xwe û Mujdeyê hez kiribe jî evîna wî ya sereke Jale ye. Di romanê de di nav Jaleyê û diya wê de pevgirêdanek tê çêkirin. Diya Jaleyê Hadile di Silêmaniyê de bi rindiya xwe nav û deng daye. Wusa ye ku ji rindiya wê kes newêre pê re bizewice. Dawiyê de Hemzeyê Paştmaliyê Caf pê re dizewice. Gorî ku tê gotinê Hemzê çil roj ji hundir dernakeve. 1914an de Hemze dibin eniya şer. Piştî mawayekê Hadile bi wê rindiya xweya bi navûdeng hew dikare raweste û dibe jineke ketî. Dostikê wê efserên Osmanî û bi taybetî efserên خngilîz in ji tirsa efseran kes nikare destê xwe bide Hadileyê. Wexta ku Şêx Mehmud dibe Melîk, Hemze ji eniya şer vedigere. Hemze jina xwe ya ketî dikuje û ji kerba, xwe jî dihavêje اemê Sîrwanê. Şêx Mehmud bûyerê dibihîze û Jaleya berşîr teslîmê maleke Hewramî dike. اîroka Jaleyê jî nêzî serpêhatiyên diya wê ne. Jale jî bi rindiya xwe deng daye, xwazgînên Jaleyê jî mîna diya wê gelek in. Jale têra xwe bi Badîn nayîne wek xûyeke îrsî têkiliya wê jî bi خngilîzan re çêdibe hin kes dibêjin Jale li ser hesabê ingilîzan sîxurî dike. Balkêş e ingilîz di wê serdemê de hem welatê Badîn wêran dikin hem jî evîna wî wêran dikin. Dawiya romanê de Badîn Jaleyê li Mehabadê li mala Sultana cihu ya ku jinan dide xebitandinê dibîne, Badîn bi çavê serê xwe bawer nake lê a ku dîtiye Jale bi xwe ye. Di vî alî de jî aqibeta wê mîna ya diya wê ye. Di romanê de Jale evîn e, têkçûn e, mirin e, dijmin e, خngilîz e, axir qiyameta Badîn e. Keça Stranbêj: Di şexsê vê keçikê de çîrokek trajîk û evînî tê qalkirin. Ev keç cîranê Badîn e li Mehabadê. Badîn tenê dengê strana wê dibihîse ku her gav heman strana ku gotinên wê ji xezelek Hafizê Şîrazî ye dinehwirîne. Di romanê de ji stranê vê malika Farisî (cendan kî guftem xem ba tebîban/ Derman nekerdend miskîn xerîban) sê car wek leîtmotîfek tê dubarekirin. Ev keçika dilşewitî bi vê strana xwe şîna evîneke mêrkuj digire ku kuştiyê vê evînê birayê wê Heme Resul e. cîroka Heme Resul hemû Mehabadî dizanin û kinukurtiya vê çîroka kambax Hejar ji Badîn re dibêje. Heme Resul evîndarê keça xiristiyana bi navê Wêlmayê dibe ku bavê wê nujdar e li Mehabadê. Wêlma bi cil û bergên tengên frengî û bi bedewiyek bê salix dilê hemû xortê Mehabadî direvîne. Lê Heme Resul bi şêweyek nexweşiyê bi Wêlmayê ve tê girêdan. Nexweş dikeve wî dibin nexweşxaneyên Tewrêz û Tehranê lêbelê rizgariya wî ji destê vê evînê tuneye. Rojekê ew ji bo dermanekî li Mehabadê diçe dermanxaneyek li wê, ji nîşgav de di ber de Wêlma derbas dibe û di wê kêliyê de Heme Resul ji piyan dikeve û dimire. Belê Mehabad wisa bajare ku çîrokên bi vî rengî tê de diqewimin; ev çîrok di romanê de asta trajediya evînî û kurahiya Mehabadê zêdetir kiriye di baweriya min de.
[1]