Navê pirtûkê: Şefaq. Dîwana 6’A
Navê nivîskar: Cigerxwîn
Cihê çapkirina pirtûkê: Stokholm
Navê çapxaneyê: Roja Nu
Sala çapê: 1982
“Navê Cegerxwîn, navê hostê xebera, xudanê lewzê şîrin, li her çar terefê Kurdistanê, ji rohilatê girtî hetanî roavaê, ji şîmalê hetanî cenûbê nava xwendevanê kurda da xweş eyan e. Şiêrêd wî bûne stran û nava cimetê digerin. Xort û qîzê kurda yê nû bişkivî nivîsarê şayîr bi devkî hîn dikin, bîr û baweriya xwe, miletperweriya xwe bi wan şiêra tam dikin û bi xwe jî dibin ceger bi xwîn. Tune civînek yan jî êvarek, li ku şiêrêd hilbestvanê kurda yî nav û deng neêne xwendinê.
“Serpêhatiya Cegerxwîn, ew serpêhatiya miletê me ye: Kesîbî, zulm û zorî, hebs û lêdan, werguhêzî û mihacirî. Lê tevî van gişka -serbilindî û kubarî, mêrxasî û egîtî, hîviya bêşik bi şerkarî bigihîje armanca xwe. Bîr û baweriya nivîsarêd Cegerxwîn ew bîr û baweriya miletê me ye. Ay lama jî ewana ewqas ji aliyê cimetê hizkirî ne û milet wana diparêze.”[1]
rom û ’ecem tev welat vegirtin
bindest dijîn em, ji ber ku kurdin
çira û rewşen li me vemirtin
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
xwendin nehşitin li nav me kurdan
ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan
ev bax û bustan, ji dest xwe berdan
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
şêx û began tev em kirne kola
bê maf û bê cî berdane çola
dan ser milên me darên dehola
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
mizgîn! tu şabe va em dixiwênin
azadîxwazên cihan dibênin
divê ku dijmin bi zor derênin
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
va em şyarbûn, xwende û zana
me rê tev girtin ji ber nezana
zû, zû me naskir ev reng dizana
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
dijmin du nifşin: hundir û derve
hinek di binve, hinek di serve
kurdên nezan jî tên me bi serde
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
divê ji bo te em rast bibêjin
bindest û kola tim jîndirêjin
nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!.