Muemer Qedafî
Muemer Qedafî, Muemer el-Qedafî, Muemer Qezafî an jî Muemer el-Qezafî (bi erebî: معمر القذافي, Mu'ammar al-Qadhdhafi) (7’ê tirmeha 1942 li Sirt, Lîbyayê - 20'ê kewçêra 2011 li Sirtê) di navbera salên 1969 û 2011'an de serokê Lîbyayê bû.
Qedafî di sala 1963’an de Beşa Dîrokî ya Fakulteya Hiqûqê qedand. Pişt ra destbi Akedemiya Leşkerî kir. Dema ku ev beş qedand çû Îngîlîstanê û di warê leşkeriyê de perwerdehî dît.
Di sala 1956’an de kete bin tesîra Nijadperestiya Ereba û tevlî tevgerên antî-siyonîst bû. Digel hevalên xwe yên dibistanê rêxistinek bi navê Tevgera Efserên Azad damezrand.[1]
Qedafî di sala 1969’an de bû serpel û digel Tevgera Efserên Azad li hemberê Key Îdrîsî re darbeyek çêkir û ji xwe re rûtbeya Mîralayê girt û bû serokê hêzên çekdarî. Di wan salan de pişta xwe da dewletên Ereba û daxwaza avakirina Sosyalîzma Kesk kir[1].
Ji bo yekîtiya Ereban û digel welatên serbixwe li dijî nijadperestî û mêtingeriyê soza xebatan daye. Qeddafî di 7’ê Îlona sala 1969’an de ji aliyê DYA’yê ve hate naskirin.
Di 16’ê Çileya 1970’an da Muemer Qedafî bû Serokwezîrê Lîbyayê.
Qedafî ji xwe re Cemal Abdulnasir wek rehberek hesiband û reformên ku li Misirê hatine kirin dixwest li Lîbyayê jî pêkbîne. Di 16’ê Çileya 1970’an de Makezagona nû hate amadekirin û erkên Wezareta Parastinê û Serokwezîriyê jî girt ser xwe.
Dema ku bû Serokwezîrê Lîbyayê Keyaniya Yekbûyî ji welatê xwe derxist û şîrketên niftê ji bo netewa xwe xebitand.
Dest avêt li ser mal û milkên Cihû û Îtalî û wan bi zorê ji welatê xwe derxist. Di dema dagirkirina Kîprosê de li dijî DYA’yê derket û alîgerê Tirkiyeyê bûbû.
Piştî mirina Cemal Abdulnasir xwest ku rola wî bigre ser xwe û li ser Ereban serokatî bike. Li hîn welatên Efrîqa û li welatên Ereban piştgiriya tevgerên çep kir û digel YKSS (Yekîtiya Komarên Sosyalîstên Sovyet) têkîliyên nêzîk saz kir.
Di salên 1982 û 1983’an de Serokatiya Rêxistina Yekîtiya Efrîqayê kir. Qedafî heta 2011'an Serokwezîrtiya Lîbyayê kir.
Muemer Qedafî di 20'ê kewçêra 2011 li Sirtê ji hêla muxalîfan ve hate kuştin