Hamid Aytaç
Hamid Aytaç , Şêx Mûsa Ezmî El-Kurdî, Azmî (jdb. 1891 - 18ê gulanê 1982an ) yek ji hostayên xetçêkerî yên navdar ê Amîdê.
Navê Hamid Aytaç, piştî derketina zagona paşnavan li Tirkiyê xwe dike. Ji malbateke Kurd î xettat ji dayik bûye. Neviyê Xettat Amîdî (Seyîd Adem), kurê Zilfiqar Axa ye. Di zaroktiya xwe de bala xwe berdaye wêne û xetçêkeriyê. Bi alîkariya bûrokrat û mîrên Kurdan ên ji xetçêkeriyê hezdikirin, perwerdeya dibistanê jî dîtiye.[1]
Di demeke kurt de bi xetên xwe yên bêhempa di cîhanê de tê naskirin. Dewleta Osmanî jî dixwaze ji wê sûdwerbigire û jê çêkirina nexşeyan dixwaze. Ji bo fêrbûnê jî wî dişînin Berlînê. Bi têkçûna Osmaniyan û avabûna Komara Tirkiyê ve ji xwe re kargehekê vedike û him xetên xwe difiroşê, him jî şagirtan perwerde dike. Ji Misirê, Almanyayê heya Japonyayê gelek kes bo perwerdeyê tên cem Ezmî. Di gelek mizgeftan de hêj jî xetên wî tên pêşkêşkirin.
Miroveke oldar bûye. Mezelê wî niha li goristana Karacaahmet a Stembolê ye[1].