Şerafettin Elçi
Şerafettin Elçi (bi kurdî: Şerefedîn Elçî) (z. 14ê adara 1938an, li Cizîrê (Bakurê Kurdistanê) − m. 25ê kanûna pêşîn a 2012, li Enqereyê (Tirkiye) siyasetmedarekî kurd bû. Serokê partiya KADEPê (Katılımcı Demokrasi Partisi - Partiya Demokrasiya Beşdarvan) bû.
Jînenîgarî
Dibistana seretayî û navendî li Cizîrê, ya amadeyî jî li Mêrdînê bidawî dike. Li Enqereyê (paytexta Tirkiyeyê) perwerdeya dadnasiyê dibîne. Li Amed, Cizîrê karê parêzeriyê dike. Di dema şagirtiya xwe de tevlî têkoşîna azadî û demokrasiya kurdan dibe û tê girtin. Di Doza 49an de ew jî tê darizandin. Dîsa di cûntaya leşkerî ya 1971ê de tê girtin û bi qasî 8 mehan di girtîgehên leşkerî de dimîne.
Di hilbijartinên giştî yên 1977an de wekî parlamenterê Mêrdînê dikeve parlamena tirkan. Di hikûmeta Bülent Ecevit a 1978 - 1979an de wekî wezîrê avadaniyê, kar dike.
Bi hatina cûntaya leşkerî ya 1980î (12ê çiriya pêşîn) tê girtin. Di dadgehên tirkan de bi tewanbariya ku gotiye Li Tirkiyeyê kurd hene, ez jî kurd im bi cezayê zîndanê bo 2 sal 3 mehan tê cezakirin. Dîsa bi tewanbariya ku di dema wezîrtiya xwe de kurd kiriye xwedî kar û bo karê fermî hilgirtiye tê darizandin û bi cezayê zîndanê bo 2 sal, 4 mehan tê sizakirin. Herwiha 10 salan siyaset ji bo wî tê qedexekirin û karê parêzeriyê bi fermî jê tê stendin.
Elçî zewicî bû û heft zarokên wî hebûn.
Xebatên polîtîk
Di sala 1992an de bi tevî 98 ronakbîrên kurd, bingeha Weqfa Maf û Serxwebûna Kurd davêjin. Ev nav ji aliyê dûgela Tirk ve nayê pejirandin. Bi têkoşîneke dûr û dirêj û zextên Ewropayê navê weqfê wekî weqfa kurd a çand û lêgerînê tê guhertin. Ev cara yekem bû ku di Komara Tirkiyeyê de navê bêjeya kurd bi fermî dibû.
Di sala 1994an de bi tevî hin hevalên xwe Platforma Kurd a Demokratîk saz dikin. Di 3ê kanûna paşîn a 1997an de biryara damezrandina Demokratik Kitle Partisi (Partiya Girseyî ya Demokratîk) didin. Ev partî di 26ê sibata 1999an de tê qedexekirin.
Di 19ê kanûna pêşîn a 2006an de Katılımcı Demokrasi Partisi tê damezirandin û Elçî jî dibe serokê vê partiyê.[1]
Şerafettin Elçi di 25ê kanûna pêşîn a 2012an de li Enqereyê koça dawî kir.