Ferhat Tunç
Ferhat Tunç Yoslun (jdb. 14ê adarê 1964 li bajerê Pilûrê, parêzgeha Dêrsimê, Bakurê Kurdistanê) stranbêj û muzîkarekî bi eslê xwe kurd e. Piranî bi tirkî distrê. Ew hevwelatiyê Almanyayê ye jî.
Sala 1979an dibistana amadehî bidawî dike, diçe Almanyayê. Li Zanîngeheke Mainzê perwerdeya muzîkê dibîne. Yekemîn albûma wî bi navê Kizilirmak (Rûbara Sor) dertê. Di mûzîka xwe de tahde û êşkenceyan bi forma muzîka tirkî ya nû Özgün Müzik, ango Muzîka Taybet, distrê.[1]
Sala 1985an vedigere Tirkiyeyê. Di nava komên çepgiran de gelek hez ji stranên wî tê kirin. Konsertên mezin lidarxistiye. Sala 2011yê bû endamê parlamenteriya BDPê ya Dêrsimê lê biserneket. Ew herwiha tevlî xebatên demokratîk, mafên mirov jî dibe. Zimanê jiyan û muzîka wî bi giranî tirkî ye.[1]
Dîskografî (bi tirkî)
Kızılırmak - Rûbara Sor (Almanya 1982)
Bu Yürek Bu Sevda Var İken - Heya ev dil ev evîn hebe (Almanya-1984)
Vurgunum Hasretine - Dilketiyê hesreta te (1986)
Ay Işığı Yana Yana - Bi şewata tîrêja heyvê re (1987)
Yaşamak Direnmektir - Jiyan berxwedan e (1988)
İstanbul Konserleri-1 - Konsertên Stembolê 1 (1988)
Vuruldu - Hat kujtin/lêdan (1989)
Gül Vatan - Gul welat (1990)
Ateş Gibi - Wekî agirê (1991)
İstanbul Konserleri-2 Kosertên Stembolê 2 (1992)
Firari Sevdam - Evîne mişextî (1993)
Özlemin Dağ Rüzgarı - Bayê çiyayî yê bêriyê (1994)
Kanı Susturun - Xwînê rawestînin (1995)
Bu Yürek Bu Sevda Var Iken - Heya ev dil ev evîndarî hebe (1996)
Kayıp - Winda (1997)
Kavgamın Çiçeği - Kulîlka têkoşîna min (1999)
Her Mevsim Bahardır - Her werz (demsal) bihar e (2000)
Şarkılarım Tanıktır - Stranên min şahîd in (2002)
Nerdesin Ey Kardeşlik - Li kû yî biratî (2003)
Sevmek Bir Eylemdir - Hezkirin çalakiyek e (2005)
Ateşte Sınandık - Di agir de hatin ceribandin (2006)
Çığlıklar Ülkesi - Welatê qîrînan (2009)