Amed (/ˌaˈmɛd/) an Diyarbekir (1928: دياربكر / Diyarbekir; bi tirkî: Diyarbakır) bajarê mezin ê bakurê Kurdistanê ye. Amed yek ji mezintirîn bajarên Tirkiyê ye û di nav kurdan de weke paytextê serbajarê rastî ya Kurdistanê tê binavkirin. Amed îro di qada neteweyî û navneteweyî de bi sûr û zebeşên xwe bi nav û deng e.[1]
Navên bajêr
Bajar 1300 sal berî Îsa di dema aramiyan de, bi navê Amîd (Amîda) hatibû naskirin. Piştre bi dorê Amed, Ameda Reş, Diyar-ê Bekir, Diyarbekir û wek Diyarbakır nav hatine guhertin.
Li gorî nerînekê binyada navê bajêr, Diyarbekirê peyva sûryanî ya Deyr ul Bikr ango Dêra Bikrê, hê jî dêreke giring e ku li nava bajarê mezin ê Amedê ye.
Erdnîgarî
Cihê erdnîgarî û sînorên bajêr
Bajar di nav paralelên 37° 30´ û 38° 43´bakûr û merîdyenên 40° 37´ û 41° 20´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Batmanê û Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê, li başûrê rojava bi Rihayê û Semsûrê û li bakûr jî bi Elezîz û Çewlîgê ve tê girêdan.
Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erda herêmê 15.354 km² ye . Ji vê erdê, çiya 37,0%, deşt 30,6% û plato jî 30,4% e. Erda herêmê 95%´ê wê ji bo ziraetê bikar tê. Tene, petêx (gindor), zebeş, titûn û pembo herî pirtir li herêmê tên çandin.
Avûhewa
Li herêmê klîmayek reşayî hikum dike. Havînan pir germ û ziha, zivistanan jî li gora bajarên din hinek hêniktir derbas dibe.
Dîrok
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dîroka Amedê
Nexşeya bajarê Amedê
Li Amedê gelek cîhên dîrokî hene. Yen herî bi nav û deng Bedena Amedê û bircên wê ne.
Kronolojî
Berî îsa
~7250-6750 dema neolîtîk
~5000-4000 dema kalkolîtik
~3000 dema dema tunc
~2000 dema hurrî û mîtaniyan
~1200- 600 dema aramiya û urartiyan
550- 331 dema persan
Piştî Îsa (zayîn)
226-395 dema romayiyan
395-639 Dema bîzansiyan
639 dema ereban
661 dema emewiyan
750 Dema ebasiyan
984 dema merwaniyan
1085 dema selcûqiyan
1102-1232 dema Ertuqiyên Heskîf û Amedê
1232 dema eyubiyan
1335 dema Xanedana Zirkan
1507 dema sefewiyan
1515 dema osmaniyan
1923 dema Komara Tirkiyeyê
Şaredarî
Deriyê Çiyê, 2010.
Kolana Xazî (bi tirkî: Gazi caddesi) li Amedê
Kolana Ekînciyan (bi tirkî: Ekinciler caddesi) li Bajarê Nû yê Amedê
Seyrangeha Parkormanê ya Amedê, 2010.
Şaredarê Amedê ji hilbijartinên 31'ê adarê 2014an û vir ve Gültan Kışanak e.
Nexweşxaneyên Amedê
Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê
Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê
Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepanê ya Amedê
Çand û huner
Navendên çandê yên Amedê
Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê
Navenda Hunerê ya Amedê
Pirtûkxaneya Bajêr a Mehmed Uzun
Rojeva Cihkî 21 a Bajarê Mezin
Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin
Konservatiwara Bajêr a Aram Tîgran
Ol û civak
Nifûsa bajêr piranî misilman in. Wekî din êzîdî û xiristiyan jî li herêmê hene. Civaka misilmanan ji mezhebên şafiî, henefî û elewî pêk tê. Tarîqeta Naqşîbendî li herêmê ya herî xurt e. Turbeyên ku ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Ya herî pir gel ziyaret dike, turbeya Siltan Şêxmûs e. Ji bilî wê, li Diyarbekirê turbeya Siltan Silêman, li Pîranê turbeya Pîr Xetab, ji alî gel ve tê ziyaret kirin. Nifûsa bajêr piranî kurd in, ji bilî kurdan, suryanî, ereb û ermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene.
Xwarinên herêmê
Meftune: goştê parçekirî di quşxane yan beroşê de tê sorkirin. Bacanreşk (balîcan), sîr û fringî (yan jî ava fringiyan) têkel dibe. Ava simaqê bi ser de dibe û tê kelandin.
Mehîr: mast (dew), hêk û xwê di beroşê de tê li hevxistin. Dan dikeve navê û tê kelandin. Li ser agirê heta bikele tê lihevxistin.
Kalek, qedayîf, peqlewe, kutilkên dagirtî, balîcanên dagirtî jî xwarinên herêmî ne ku herî pirtir tên xwarin.
Biraşka tîkegoştê
Biraşka şîşê
Boranîk
Boreg
Bêran
Bûmbar
Cîgerkebaba Amedê
Elînazîk
Gebola kundirê mîranî û savarê
Girara bi xêlî
Hebenîska Amedê
Hêyavka bamyeyê
Hêyavka goşt û kixseyê
Kartol û mast
Keledoşiya masiyê
Kutilka bacanreşkê
Lebzîne
Loqmeya bexdenûsê
Lêvenî
Nêrgîzyanî
Nûriye
Pirtik (şîranî)
Ponponkiya parxanê ya Amedê
Pîlakiya Amedê
Qedayîfa rêsî
Qereş
Xaşîla çortanê
Kincên herêmê
Piraniya mêran şalwar, îşlig (gomlek) û êleg li xwe dikin. Di nigên wan de pêlavên poztûj hene û gelek ji wan Kum, şewqe yan jî kefiya sipî didin serên xwe.
Jinên Diyarbekirî (Amed) fîstan yan jî zibûn li xwe dikin. Piranîya jinên zewicî çarikan (kitan) didin serê xwe. Keçên ciwan yan serqot in (serî pas) yan jî şarpe didin serê xwe. Kesên ku çarşefa reş li xwe dikin jî hene. Îro li bajêr kêm kes kincên herêmî li xwe dikin, û piraniya gel kincên modern li xwe dike.
Çanda xwedîkirina kevokan
Li Amedê xwedîkirina kevokan digihe zêdeyê 500 salî. Îro li hin qehwexaneyan tê jiyandin û di navbera wan de pêşbaziyan li dar dixin. Ji kevokên Amedê re dibêjin boran.
Ciyên tûrîstîk û gerê
Amed ji alî sirûştê feqîr e lê ji alî tarîxê ve pir dewlemend e. Bedena Amedê piştî Kela Çînê ya herî dirêj e li cîhanê. Mizgeft û medreseyên bajêr bi mîmariyek pir hostatî hatine çêkirin. Mizgefta Mezin, ya Pêxember, ya Nebî hinek ji mizgeftên bajêr in. Gel piranî havînan diçin ser Gola Xezarê ku di hundirê tixûbên Elezîzê de ye. Wekî din baxçeyên Ben-û-Senê jî ciyên gerê ne ji bo gel. Germava Çirmûgê jî ciyê vehêsanê ye.
Cihên dîrokî yên girîng
Bedena Bajêr
Pira Dehderî an Pira Belek an jî Pira Dîcleyê
Qesra Xazî
Baxçeyên Hewselê
Baxçeyên Hewselê yên Amedê. Li paşê Pira Dehderî tê dîtin.
Deriyên Amedê
Deriyê Xerpûtê an Deriyê Çiyayî an jî Deriyê Bakur
Deriyê Rihayê an Deriyê Rûm an jî Deriyê Rojava
Deriyê Mêrdînê an Deriyê Başûr
Deriyê Nû an Deriyê Rojhilat
Deriyê Serayê
Deriyê Rihayê.
Deriyê Mêrdînê.
Bircên Amedê
Birca Bizinê
Birca Heft Birayan
Birca Evlî Bedenê
Birca Melikşah
Mizgeftên Amedê
Mizgefta Mezin
Mizgefta Nebî
Mizgefta Husrev Paşa
Mizgefta Kozlû (Qozlî?)
Mizgefta Hecî Buzruk (Buzruq?)
Mizgefta Hezretî Silêman
Mizgefta Qazî
Mizgefta Îbrahîm Beg
Mizgefta Nasûh Paşa
Mizgefta Kurşunlu
Mizgefta Xoceoxlî
Mizgefta Şêxereb
Mizgefta Îskender Paşa
Mizgefta Xanzade
Mizgefta Ragibiye
Mizgefta Hecî Hemîd
Mizgefta Şêx Mitahar (Minareya Çarling)
Mizgefta Parlî
Mizgefta Melik Ehmed
Mizgefta Şêx Yûsif
Mizgefta Sîm
Mizgefta Behram Paşa
Mizgefta Tacetin
Mizgefta Lala Qasim Beg an Mizgefta Lala Beg
Mizgefta Elî Paşa
Mizgefta Minareya bi Neynik
Mizgefta Hezretî Emer
Mizgefta Safa
Medreseyên Amedê
Xwendegeha Mesûdiyê
Xwendegeha Zîncîriye
Hemamên dîrokî yên Amedê
Hemama Çardaklî
Hemama Deva
Hemama Melik Ehmed
Hemama Paşa
Hemama Qazî
Hemama Vahap Axa[1]
Dêrên Amedê
Dêra Meyremokê
Dêra Surp Gregos a Ermeniyan
Xanên dîrokî yên Amedê
Xana Delîlan
Xana Hesen Paşa
Xana Borsayê (Cotxan, Çîftexan), îro wêran e.
Muzexane
Muzeya Arkeolojiyê
Muzeya Ziya Gökalp
Muzeya Cahit Sıtkı Tarancı
Koşka Sem'an (Koşka Xazî)
Koşka Erdebîlê (Qesra ber Derê Pirê)
Seyrangeh û parkên Amedê
Parkorman
Sumerpark
Kuçeya Hunerê
Navdarên Amedê
Fehmiyê Bîlal
Ramizê Licî
Ehmedê Xasî
Îbn-ul Ezraq
Hesen Hişyar
Tarık Ziya Ekinci
Yusuf Azizoğlu
Ahmet Arif
Kendal Nezan
Rojen Barnas
Cahit Sıdkı Tarancı
Dr. Fuad (Bavê Tûjo)
Qedrî Cemîl Paşa
Ekrem Cemîl Paşa
Cemilê Seyda
Şevket Baysanoğlu
M. Emin Bozarslan
Aşık İhsani
Elî Emîrî
Amîdî
Hamid Aytaç
Roşan Lezgîn
Prof. Mahmut Gazi Yaşargil
Suzan Samancı
Malmisanij
Azad Zal
Niyazî Westa
Adnan Binyazar
Ehmed Murşîdî
Meltem Miraloğlu
Mele Çelebî
J. Îhsan Espar
Mehmûd Lewendî
Mehdî Zana
Tuncer Necmioğlu
Seîd Paşa
Suleyman Nazif
Hesenê Metê
İhsan Işık
Mıgırdiç Margosyan
Mar Yezua
Adil Tekin
Remzi İnanç
Ahmed Arif
Hikmet Çetin
İzet Altınmeşe
Celal Sesigüzel
Ayşe Şan
Huseynê Parê
Mahmut Kızıl
Hozan Şîyar Ferqînî
Beytocan
Bışar Çiçek
Abdussetar Hayatî Avşar
Leyla Zana
Zana Farqînî
Amed Tîgrîs
Rojîn Zarg
Songül Öden
Erkan Petekkaya
Eşref Okumuş[1]