Ew di sala 1977’an de li gundê Robarê ya girêdayî Cizîrê ji dayîk dibe. Di 6 saliya xwe de bavê wî koça dawî dike. Di sala 1986’an di nehsaliya xwe de ji bo dibistanê ji gund diçe Cizîrê li mala meta xwe û li wir dest bi dibistana seretayî dike. Di sala 1989’an de ji ber sedemên tundiyê malbata wî ji gund koçî Cizîrê dike. Di sala 1994’an de careke din neçar dimînin ku ji Cizîrê koç bikin û biçin Antalyayê. Piştî 4 salên li xerîbiyê ew dîsa vedigerin Cizîrê. Di sala 2007’an de ji ber sedemên siyasî te girtin û 8 mehan li zindanê dimîne.
Di sala 2008’an de dest bi xebatên li ser Zimanê kurdî dike û di 2009’an de ew şaxa komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ya Cizîrê vedikin û ew weke serokê Komeleyê tê hilbijartin. Di sala 2011’an de dema ku ew serokê komeleyê bû careke din ji ber sedemên siyasî tê girtin û sê sal û nîvan di zindana Amedê de dimîne. Ew di tevahiya jiyana xwe de nêzî 30 caran ji ber sedemên siyasî hatiye binçavkirin û ji dehan zêdetir doz lê hatine vekirin û hê jî hin ji wan dozan hinek berdewam dikin. 2015’an dema ji zindanê derdikeve piştî demek kin şerê di bajaran de mala wî tê şewitandin û hilweşandin.
HELBEST: BI XATIRÊ TE EZÎZEM
BI XATIRÊ TE EZÎZEM
Min digot qey tu caran ez ji te venaqetim
û dilê min bi keziyên te ve girêdayiye
Tim û tim min xwe di nav bajeniya te de didît
Bayê bakûr tu şêrîntir û yê başûr tu nêzîktirî min dikirî
Ezîzem Em ruhek bûn di du bedenên cêwî û sêwî de
Lê melkemot û ruhstînan di derengiya şevê de
em bêxatir ji hev veqetandin û min
ji keziyên te
ji xweziyên te
ji hêviyên te
û ji dilê te yê evîndar xatir nexwestin
Nêrînên stûxwar ên li deşta çavên te
bûn birûsk û xwe berdan ser dilê min
li şûna ferîşteyan û hekîman
celad û evînkujan birînên min vekolan
û ez ber bi çarenûsa Memê ve birim ey Ezîzem
Ez li ber pêlên xeyalan û kelepçeyên neyaran ketim
Min xatir ji te nexwestin û bûm dîl
Lewre ji nava dîwarên sar û xewlegehên polayî
ez dibêjim xatirê te ey Ezîzem Xatirê te.[1]
BIRCA BELEK(Pirtûka Helbestan)
Pirtûka min a helbestan ya duyemîn BIRCA BELEK di adara sala 2020'an ji weşanên AR'ê derket. Ez ê bi kurtasî li ser helbest û helbestkariya xwe çend gotinan bêjim. li gorî baweriya min helbesta kurdî jî bi taybetî helbesta klasîk di hêla parastun û pêşxistin ziman û wêjeya kurdî de mil bi milê dengbêjiyê re xizmeta hebûn û çanda kurdewarî kiriye.
Ji Babe Tahirê Uryan heta bigihîje Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, û heta tê Cegerxwîn û Arjen Arî tenê ne weke wêje, her wiha weke robarekî dîrokê ji her hêla jiyanê em agahdar û serwext kirine.Ligel qedexe û pêkutiyên salên dirêj li ser zimanê kurdî dom kirî û hê jî didomin nivîsandina berhemên bi kurdî ji naverokê girîngtir dibe. Min jî weke dildarekî wêje û zimanê kurdî ji salên 1990'î ve hewl daye ku helbestan binivîsim. mixabin Pirtûka min a yekem a helbestan a di sala 1999'an hatî weşandin ji ber qedexe û tirsa girtin û mişextkirinê bi zimanê tirkî bû. bes hingê jî min bi kurdî helbest dinivîsandin. Ev berhem keda salên dirêj a helbeskariya min e. hêvîdar im ku bi dilê we be.[1]
PIŞTÎ VEGERÊ
Ji berî ku ev giyan ji vê bedenê derbikeve
li mêrg û pesarên te
Kulîlkên reng bi reng aj didan
Binefş û sosin, nêrgiz û beybûnan şax didan
biharên te rengîn û payîzên te bihêvî bûn
Berî ez ji te bêm dûrxistin asîmanê te sayî û
kolanên te bişahî bûn li raserî çemê te
gerdengazan geşt û geriyan dikirin û mêşên hingiv li Rezê Mîran diçêriyan
Berî ez ji te bêm dûrxistin Kaniya Qesaran zelal diherikiya
Û Mem û Zînên te seyd û seyran dikirin
Mele û keşe, qewal û hahamên te li hev biaş keyf bûn
Piştî vegera salên biêş û dûvdirêj min dît ku kulîlkên te çilmisîne
û êdî demsala te bûye zivistan û asîmanê te kelogirî û biewr û gewr e
Qeqlîbazên te baskokirî û gerdengazên te dîl û zend û bend kelepçekirîne
Teyrên leşxur û mirovên evînkuj jiyana azad dorpêç kirine
û li şûna mêşhingivan kermozên bijehr li
Rezê Mîran hêlînên xwe çêkirine
Melkemotan kozik û kemîn danîne û li
benda goriyên nû seydê dikin
Bekoyan li ser Kaniya Qesaran konê xwe vedane û
Memên dilevîn û cegerxwîn dixin davikan
Piştî vegera salên biêş û dûvdirêj min dît ku
Bircên te kavil û hêviyên te baskşikestî ne
Mele û keşeyên te xeydok û qewal û hahamên te ji ol derketine
Erê, piştî vegera min a ji bo te, min dît ku evîn jî wêran bûye
Çavreşa min!