Navê pirtûkê: Perweza weten
Navê nivîskar: Şikoyê Hesen
Cihê çapkirina pirtûkê: Erevan
Navê çapxaneyê: Sovêtakan grog
Sala çapê: 1977
[1]
Ezê r'abim evê siba te'v, r'engîn,
Mîna birûsk bikim gûr'în û girmîn,
Gul-sosina ji e'zmana bînim xar,
Bir'e'șînim ser ç'ya-banya, best-beyar,
Ew bișxulin mîna șemdan û fener,
Dinê hildim șer' û de'wê p'ir'k'eder,
Bende hevr'a têkim bira, têkim dost,
Û Xûnxurêd mina gura bikim p'ost
R'aqetînim wan șer'h'izê zenglê șer',
Ku ew xûnê û kuștinê hnavin t'êr.