Navê pirtûkê: Усьве Навйа
Navê nivîskar: Fêrîkê Ûsiv
Cihê çapkirina pirtûkê: Erevan
Navê çapxaneyê: Hayastan
Sala çapê: 1973
[1]
Qelem, tu șiva mine qudretê
Wertînim, awa, te ser k'axetê
Ber xwendevanêm dewrek dûr vekî
R'êkê-l K'enana qedîm k'esekî.
Şairê gewre Fêrîkê Ûsiv, di Ûsivê Nevîya de bi zimanê xwe ê herikbar, pêşkarwanek, neh karwanên din û paşkarwanek li pê hev şandiye. Ûsivê Nevîya jî destanek e ku şair dixwaze rastîya jîyanê bi wê, bi me bide zanîn û kesên wê bixwînin bibin xwedan tecrube. Gava meriv vê destanê dixwîne, meriv dibîne ku şairekî ne Misilman jî kare çi qasî ji dil û bi zimanekî edebî behsa serpêhatîyeke Misilmanan bike. Fêrîkê Ûsiv di vê destanê de me dibe welatê Ken’anê û ji serî de kêlî bi kêlî serpêhatîya Ûsiv û Zuleyxayê tîne ber çavê me.