Gelek jinên kurd bi têkoşîn û serîrakirinên xwe yên li dijî paşverûtiyên civakî navên xwe li rûpelên dîrokê nivîsandin. Yek ji van jinan ku bi stranên xwe navê xwe li dîrokê nivîsandin û wek ‘keybanûya bêtac’ tê nasîn Eyşe Şan e.
Eyşe Şan di sala 1938’an de li Amedê ji dayik bû. Ji ber bavê wê dengbêj bû nasîna wê ya muzîkê di temenkî biçûk de çêdibe.
Eyşe Şan a ku li cemaetên jinan bi qesîdeyan dest bi jiyana xwe ya muzîkê kir, wek Eyşe Şan, Eyşana Kurd, Eyşe Xan, Eyşana Elî dihat nasîn. Eyşe Şanê stranên wekî ‘Qederê’, ‘Dayikê’ zêde kir, ji ber feraseta civakê ya ‘guneh’ bûna strîna stranan, rastî gelek pêkutî û çewisandinan hat û ji ber vê ji Amedê vediqete û ji neçarî li Dîlokê bi cih dibe.
Eyşe Şan a li Dîlokê dest bi jiyana xwe ya hunerî kir, lê ji ber qedexebûna zimanê kurdî, li radyoya ku lê dixebitî ji neçarî 2 salan bi tirkî distrê. Di sala 1963’an de berê xwe dide Stenbolê û li wir bi strana xwe ya “Ez Xezal im” navdar dibe û bi derxistina kaseteke kurdî-tirkî êdî tê naskirin. Di heman salan de Eyşe Şan ji ber zextên li ser zimanê kurdî berê xwe dide Almanyayê.
Piştî demekê Eyşe Şan di sala 1972’an de diçe Almanyayê û li bajarê Munsenê bi cih dibe. Li wir keça wê Şehnaz jiyana xwe ji dest dide. Piştî vê bûyerê Eyşe Şan demeke dirêj dev ji xebatên hunerî berdide. Ji Almanyayê vedigere welêt. Lê vê carê ji ber zextên malbatê di sala 1979’an de derbasî başûrê Kurdistanê dibe. Li Duhok, Kerkûk, Hewlêr û Bexdayê bi hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Gulbihar, Tahsîn Teha, Nesrîn Şêrwan û hwd. re derdikeve ser dikê û stranan dibêje.
Eyşe Şan ku hemû êş û janan gelê xwe bi stranan dianî ziman, di 18’ê kanûna 1996’an de ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest dide û li pey xwe gelek stranên bi êş û keser dihêle.
[1]Di roja me ya îro de jî stranên keybanûya bêtac ji aliyê gelê kurd ve bi taybetî ji aliyê jinên kurd ve tê guhdarkîrin.