Divê standartek hebe êdî, wele em ji vê rewşê bêzar bûne. Hûn bi hev re çi bêjin wele em ê bi ya we bikin, bes li hev bikin. Ji kerema xwe! Wiha berdewam bike wê rewşa ziman ji ya şaneşîna me xerabtir bibe!
Di demekê de ku pirraniya mirovahiyê di malê de asê mabû, şaneşînên malan dibûn sebra kesên li bajêr dijîn. Bi taybetî pîr û kalên me ji ber ku di xetereyê de bûn, bi mehan di malê de asê man. Bi biharê re, her kesî deriyên şaneşînên xwe vekirin û li wir ketin temaşeya jiyanê. [1]
Hin kesan li şaneşînên xwe jiyanek ava kir. Maseyên xwe danîn û çaya xwe û xwarina xwe li wir xwarin û vexwarin. Kesên ku destê wan ji xwezayê nebûbû di nav guldankan de dest bi xwedîkirina kulîlkan kirin.
Diya min jî yek ji wan kesan bû ku şaneşîna xwe bi kulîlkên cur bi cur xemilandibû. Rengê kulîlkan bandor li derûniya me jî dikir. Em hemû malî kêfxweş bûn. Em her diçûn û me wêneyê kulîlkên diya min digirtin. Carinan bavê min jî di derdora kulîlkan re diçû û dihat, binê wan dixepart û av dida wan.
Rojekê diya min hat û got, di nav kulîlkên min de tiştek şîn bûye lê ne giyayek e, wekî şitla zebze yan jî fêkî ye. Me tevde biryar da ku diya min wê şitlê jênekê. Çend rojek derbas bû, di nav kulîlkeke din de jî giyayek şîn bû. Piştî hefteyekê, hema bêje di nav hemû kulîlkan de şitla nebatekî zîl da. Aciziya diya min zêde dibû. Paşê fêm kiribû ku bavê min her cara ku çûye şaneşînê di ber kulîlkekê de fasûlî, îsot, nok, pîvaz û çend tiştên din jî çandibûn.
Me ne ji kulîlkan ne jî ji zebzeyan xêr dît
Diya min xwe aciz dikir, digot, tu çima di ber kulîlkên min de tiştan diçînî? Bavê min qet xwe aciz nedikir, digot, ew jî nebat in, serê xwe ji wan neêşîne. Çend hefteyekê ji sibehê heta êvarê diya min û bavê min ji bo kulîlk û nebatên xwe nîqaş kirin. Herî dawî, diya min dil nehişt ku wan ji kokê hilke, lê di fikara kulîlkên xwe de bû. Fasûliyên bavê min dirêj dibûn û bi ser kulîlkan diketin. Pîvaz bi heman awayî û kulîlkên îsotan jî di pey şopa wan de bûn. Êdî ewqasî mezin bûbûn ku cihê kulîlk û şitlên sebzeyan di guldankan de nemabû. Herdu bi hev re mezin nedibûn.
Hevdu difetisandin. Werhasil, dem derbas bû û kulîlk hêdî hêdî çilmisîn û zebze jî zer bûn. Me ti xêr ji zebzeyan nedît û şaneşîna me ya rengîn êdî bêreng mabû.
Niqaşên ‘Kurdiya herî rast’ dewam dikin
Îcar rewşa me Kurdan jî ji şaneşîna mala me ne cudatir e. Tevde mevde zimanekî me heye. Em geh bi wir de dibin, geh bi vir de. Jixwe mala me ji kesên ku digotin, “Kurdiya herî rast a herêma me ye” xera bûbû. Paşê jî hin saziyên me ev nîqaşa “Kurdiya herî rast” kûrtir kirin. Heta demekê li hemû saziyan perwerdeya ziman li ser bingehê Celadet Elî Bedirxan bû. Lê di sala 2019’an de Weqfa Mezopotamyayê pirtûkek çap kir û di wê pirtûkê de tiştên ku em fêr bûne, serobino kirine. Di rêzimanê de hin guhertin kirine. Em ne zimanzan in ne heddê me ye ku em zimandirêjiyê bikin, lê pirtûka “Rêbera Rastnivîsina Kurmancî” ji aliyê hin saziyên me ve û kesên ku bi ziman re elaqedar ve, nehate pejirandin. [1]Li gorî kesên ku li dijî pirtûkê derdiketin guherandinên nû dibin sedema tevliheviyekê.
Em ji vê rewşê bêzar in!
Jixwe em bûne çend parçe, vê carê jî perwerdeya rêzimanî bû du parçe. Weqfê di komxebatê de çiqas cih daye her aliyên bi ziman re elaqeder dibin? Kesên ku li dijî pirtûkê derdikevin çiqasî têkilî danîn bi Weqfê re? Ez hay ji vê yekê tine me.[1]
Heke em li dema çapkirina pirtûkê biihnêrin demeke dirêj derbas bûye. Lê saziyên ku li dijî vê pirtûkê derdikevin bêdeng in. Her wiha Weqf jî bêdeng e. Civak di nav tevlîheviyekê de ye û ev yek bandoreke nerênî li siberoja ziman dike. Ji ber ku pirtûkên ku çap dibin, êdî ne weke hev in. Hin ji wan Weqfê esas digirin, yên din jî wekî rêgezên rastnivîsa bi salan, têne çapkirin.
Divê standartek hebe êdî, wele em ji vê rewşê bêzar bûne. Hûn bi hev re çi bêjin wele em ê bi ya we bikin, bes li hev bikin. Ji kerema xwe!
Wiha dewam bike wê rewşa ziman ji ya şaneşîna me xerabtir bibe!
Nîşe: Ez herî zêde li ber ‘î’ya berî ‘y’yê dikevim. Kezeba min dişewite ji bo [1]nediyariya rewşa wê.