Di nava gelê kurd, her kes bi reng, awaz û nivîsandina xwe xemlek û muhrek li ser rûpelên dîrokê xistine. Çi bi hunermend, siyasetmedar, pêşeng, nivîskar û wêjekarên xwe. Bêgûman di qada nivîsandin, ziman û wêjeyê de jî, gelek kesên mîna Celadet Bedirxan, Qedrî can û Osman Sebrî bigire ta dighêje wêjekarê qedirbilin Feqî Husên Sagniç û her wisa berdewam dike.
Di vê xeleka me de jî, dê berê pênûsa danasînê li ser vî wêjekar û zimanzanê me yê bi qedir û qîmet Feqî Husên Sagniç be.
Feqî Husên Sagniç di sala 1926'an de li gundê Xurosê ya navçeya Xîzana Bedlîsê ji dayîk bûye. Di heşt saliya xwe de bavê xwe diçe ser dilovaniya xwedê û sêwî dimîne. Ji ber xizaniyê salekê piştî mirina bavê xwe bi birayê xwe yê mezin re dibe berxvan. Sala din ew û birayê xwe yê biçûk dibin gavanên gund. Gavaniya wan sê salan berdewam dike.
Di sala sala 1938'an de diçe gundê Oranîsê li medreseya Seydayê Mele Osmanê Xurusê dest bi Nûbihara Ehmedê Xanî û feqha erebî dike. ji ber raman û hizrên siyasî di sala 1964'an de tê girtin, dixin zindana tetwanê.
Di dawiya sala 1965'an de ji zîdanê derdikeve, piştî ku ji zîndanê derdikeve bi rêya hevalekî xwe dibe endamê partiya demqurata Kurdistan. Dûre gelek caran tê girtin û gelek doz lê tên vekirin.
Feqî Husên Sagniç di navneda çanda mezobotamiyayê de dersên zimanê kurdî dide. Di damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cihê xwe digire. Di kovara Rewşenê ya ku kovara Enstîtuyê ye, her wiha di bernameyên Enstîtuyê de nivîsan dinivîse, lê belê nivîsên wî di kovar û rojnameyên din de jî gelekî tên weşandin.
Roja 12'ê adara 2003'yan di roja çarşemê sere sibehê zû li Stenbolê nexweşxaneya Bakurkuyî diçe ser dilovaniya xwe. Mamosteyê qedirbilind li dû xwe gelek berhemên giranbuha yên li ser ziman û wêjeya kurdî dihêle.
Berhemên mamoste Feqî Husên ên ku hatine weşandin ev in; Yusif û Zuleyxayê, çîrokên kurdî, Hêmana rêzimana kurdî, pêşeriya hewesîna zimanê kurd cildê 1-2, Portler û dîroka wêjeya kurd wekî [1]çavkaniyeke bingehîn ji wêjeya kurdî re tê naskirin, mixabin dema ku wefat kir,wê ev pirtûka xwe nedît.