Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,697
Wêne
  123,908
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,599
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Pirtûka ewil a çîrokên Kurdî yên modern
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Pirtûka ewil a çîrokên Kurdî yên modern
Pirtûka ewil a çîrokên Kurdî yên modern
Kitêba çîrokan Şewqa Sibê ku çapa wê ya pêşî 1934´an li Êrîvanê derketiye, îsal bi amadekariya rojnamevan û nivîskar Îbrahîm Bulak ji nû ve ji alî Weşanên Lîsê vê çap bû. Bulak dibêje ev kitêb, kitêba ewil a çîrokên Kurdî ên modern e.
Pirtûka Şewqa Sibê ji nav weşanên Lîsê vê mehê çap bû. Li gorî amedakarê pirtûkê rojnamevan Îbrahîm Bulak, pirtûka ewil a çîrokên Kurdî ên modern e. Bulak dibêje, nivîskarê wê Nûrî Hîzanî jî ne Kurd e, Ermen e.
Pirtûka çîrokan Şewqa Sibê pêşî sala 1934´an li Êrîvanê derketiye, îsal jî bi amadekariya rojnamevan û nivîskar Îbrahîm Bulak ji nû ve ji alî Weşanên Lîsê vê çap bû. Ji bo em çêtir li ser pirtûk û nivîskarê wê agahdar bin, em bi Îbrahîm Bulak re peyivîn. Wî jî behsa serpêhatiya pirtûkê û nivîskarê Ermen, Nûrî Hîzanî kir.

Ermen e û bi Kurdî dizane
Bulak derbarê nivîskarê pirtûkê[1] Nûrî Hîzanî de dibêje, ''Nûrî Hîzanî sala 1896’an li qeza Hîzanê ya ser bi Bedlîsê tê dinê. Saxfilitiyekî ji Qirkirina Ermeniyan e. Piştî ku berê xwe dide Ermenistanê li wir xwendina xwe ya bilind li Êrîvanê kuta dike. Di nav nifşê yekê Kurmancên Sovyetê de tenê Kurd tinebûn. Heta serê pêşî behra bêhtir li ser pişta Mesîhiyên Kurdîaxêver bûn. Pê re pê re dersdar û nivîskarên Kurdan çêdibin. Nûrî Hîzanî jî Ermen e û bi Kurdî dizane. Esas, hingî Kurd tinebûn, Kurmanc hebûn û Ermenên kurdîaxêver jî xwe jê didîtin.”

Kesekî jibîrçûyî ye
Îbrahîm Bulak dibêje, mirov dikare Kurmancbûnê wekî nasnameyeke kulturî û civakî pênase bike. Kurdbûn yan jî Kurdîtî dawiya salên 1950'î û 60’î xurt dibe, nexasim di nav nifşê diduyan de. Kurdbûn herçiqas hêmanên kulturî û civakî jî bihewîne, bêhtir nasnameyeke polîtîk e û endamên wê giş Kurd in. Bulak bi bîr dixwe ku nivîskar Nûrî Hîzanî jî Ermenekî ji nifşê yekê ye û wiha pê de diçe, “Navê xwe yî Ermenîkî, Hovakim Margaryan e. Şair, nivîskar û mamosteyê Kurdî ye ku îro roj mirov dikare ji bo wî bibêje kesekî jibîrçûyî ye. Sala 1966’an bi minasebeta 70 saliya wî li Êrêvanê ji aliyê Kurdan ve jê re şahiyeke qedirgirtinê tê çêkirin. Hingî Emerîkê Serdar ku li gel niviskariya xwe rojnamavenek bû, xebera vê şahiyê ji Riya Teze re nivisiye. Min çer kir, ji çendî kesan pirsî jî ez bi ser agahiya ka kîjan salê miriye, venebûm.''

Behsa şerê li Agirî dike
Bulak derheqê pirtûkê de jî van agahiyan dide: ''Tê de 8 çîrok hene ku behsa jiyana Kurdên li Sovyetê dikin. Wekî berhemên vî nifşî, ew jî berê xwe dide paşdamayîna Kurmancan, qenciya dewleta şêwrê, qelend, jihevmêrkuştin, bindestiya jinê û hwd. Taybetiya Şewqa Sibê ew e ku kitêba ewil a çîrokên modern ên Kurmancî ye. Berî Nûbar a Wezîrê Nadir û Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo çap bûye. Di nav çîrokên wî de bi ya min a balkêş behskirina wî a Şerê Agirî ye. Ji ber ku heta demekê di nav Kurdên Sovyetê de kesî nediwêrî behsa vî şerî bike. Têkiliyên Sovyetê bi dewleta Tirk re li alîkî, ji ber Xoybûnê jî bi Taşnakan re tifaqek çêkiribû, ev mesele tam bûbû tabû. Heta ji nivîskarên Kurdan dihat di berhemên xwe de jî nefreta xwe a li dijî Taşnakan nîşan didan. Wekî mînak Şikoyê Hesen di helbesteke xwe de dibêje 'Romê, daşnaka koka me qeland'. Taşnak jî wekî dijiminekî çavsor ê Kurdan datîne li kêleka [1]Tirkan.”

Bi erênî behsa şerî nake
Bulak ji bo ev mesele baş were fêhmkirin, mînakeke wiha jî dide, “Di Hawarê de di hejmara 8'an de (12 Îlona 1932'yan derçûye) cara ewil behsa Riya Tezê û weşanên din ên çapbûyî tê kirin. Heciyê Cindî bi rêya nivîskarê Ermenî Prof. Dr, Harutyun Migirdiçyan rojnameyan dişîne ji Celadet re. Lê ew serê wî gelekî diêşîne û ew jî pêla ku Sovyet li Taşnakan hatiye xezebê, bêpar namîne û bi pêwendiya wî bi Federasyona Şoreşger a Ermenistanê (Taşnak) re heye, tê sûcdarkirin û demekê dikeve hepsê. Jixwe, Nûrî Hîzanî jî bi erênî behsa vî şerî nake, ji perspektîfa siyaseta Sovyetê li vî şerî û şerên din ên Kurdan mêze dike.'' [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,587 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | Yeni Özgür Politika
Gotarên Girêdayî: 6
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 10-05-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Kategorîya Naverokê: Çîrok
Welat- Herêm: Ermenistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 97%
97%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 29-05-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( ئاراس ئیلنجاغی ) ve li ser 29-05-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( ئاراس ئیلنجاغی ) ve li ser 29-05-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,587 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.177 KB 29-05-2022 Sara KamelaS.K.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.125 çirke!