Ez wek kesayet, ji stranên foklorî gelek hez dikim. Her wiha ez ji dengbêjiyê jî gelekî hez dikim. Gotina stranan û derxistina holê ya behremendiya huner, ne şerm e û ez dixwazim kesên ku xwedî huner in û şerm dikin, şerm nekin û behremendiya xwe derxin ser dikê.[1]
Her mirov, dema têdigihîje, gelek behreyan li cem xwe çêke, di gelek waran şareza û jêhatî bibe. Hin mirov jî hene ku bi dengê xwe yê zîz hunermendiyê hildibijêrin. Yek ji wan jina ciwan Mîrav Silêman e, wê di 13 saliya xwe de dengê xwe û elaqeya xwe ya bi tembûrê re kifş kiriye.
Niha jî hem tembûrê dijene, [1]hem jî stranan dibêje. Mîrav Silêman ji Qamişloyê, yanî li navenda Rjava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ev sê sal in bênavber stranan dibêje û li tembûrê dide. Mîrav Siêman li ser karê xwe nihêrîna xwe bi me re parve kir.
Bi tembûrê dengê wê xweştir bûye
Mîrav Silêman dide zanîn ku ew ji 13 saliya xwe ve hînî jenîna tembûrê û gotina stranan bûye û wiha dewam dike: “Ez ji bajarê Qamişloyê me û ez 16 salî me. Ez ji zaroktiya xwe ve stranan dibêjim, distirêm. Her ku temenê min mezin bû, min xwest dengê xwe yê xweş, bi tembûrê re bikim yek.
Niha ez hem li tembûrê didim, hem jî distirêm. Helbet heval û malbatên me, mirovan teşwîqî karên wiha dikin, ya min jî malbata min gelekî destek dan min da ku ez hem li tembûrê bidim, hem jî bistirêm. Stran dema bi amûrê re dibin yek, xweştir dibin. Min dema dest bi tembûrê kir û ez hîn bûm, pê hesiyam ku dengê min xweştir dibe. Niha jî ez dikarim bibêjim, tembûr û stran di jiyana min de cihê wan cuda ye.”
‘Gîtar û kemançe bala min dikişînin’
Mîrav Silêman diyar dike ku di her karî de zehmetî hene û wiha dibêje, “Helbet di her karî de zehmetiyek heye. Dema min jî dest bi lêxistina tembûrê û gotina stranê kir, min jî zehmetî dîtin. Lê gava ez hîn bûm, zehmetî ji ber xwe ve derbas bûn, çûn. Her wiha hin kes hebûn ku ji min re digotin stran û amûrên muzîkê zehmet in, heta tu bi pêş nekevî lê min israr kir ku ez dengê xwe yê xweşik bi amûrê re bikim yek. Piştî ku malbatê alîkariya min kir, min zehmetiya heyî li pey xwe hişt. Niha jî gîtar û kemançe bala min dikşînin û ez ê di dema pêş de xwe hînî wan amûran jî bikim.”
´Ez bi karê xwe serbilind im’
Mîrav Silêman wiha qal dike ka çawa hîn bûye li tembûrê bixe: “Dema xwesteka mirovan hebe, wê zûtir hînî tişta ku dixwaze bibin. Ez jî nêzî 2 mehan çûm perwerdeya tembûrê, piştî ku ez ziravtiya tembûrê hîn bûm, min roj bi roj bipêşketinên ber bi çav bi dest xist. Niha ez xwe bi xwe perwerde dikim û tişta herî xweş ew e ku mirov perwerdeya xwe dewam bike. Hezkirina min ji hunerî re hişt ku ez bi pêş bikevim. Ez serbilind im ku hînî gotina stran û lêdana temûrê bûme.”
Mîrav Silêman dibêje, ew dixwaze weke Mihemed Şêxo, Zibêr Salih û Hozan Dîno li tembûrê bide û stranan bibêje û gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Daxwazeke min a esasî ew e ku jinên baweriyê bi xwe tînin ku stranên xwe bibêjin, bila stranan bibêjin. Ez wek kesayet ji stranên foklorî gelekî hez dikim. Her wiha ez ji dengbêjiyê jî gelekî hez dikim. Gotina stranan û derxistina holê ya behremendiya hunerî, ne şerm e û ez dixwazim kesên ku xwedî huner in û şerm dikin, şerm nekin û behremendiya xwe derxin ser dikê. Ez gelekî ji hunermend Mihemed Şêxo, Zibêr Salîh û Hozan Dino hez dikim, ew jî bi tembûrên xwe stranan dibêjin; û ez dixwazim weke wan hem li tembûrê bidim, hem jî stranan bibêjim.”