Gola Wanê yan jî Behra Wanê, gola herî mezinê herêma Bakûrê Kurdistanê ye ku rûava golê 3.713 km² (çarçik) e.
Bilindî 1.646 m
Rûber 3.713 km2
Dirêjî 120 km
Firehî 80 km
Kûrahî 171 m
Qeware 6,07.1011 m3
Koordînat 38°38′00″Bk 42°49′00″Rh
Ev gola ku navê xwe jî dide bajarê Wanê gola sodayî ya herî mezin ya Bakurê Kurdistanê û cîhanê ye. Di nava golê de çar girav hene. Navê van giravan: Girava Extirmanê, Girava Adirê, Girava Çarpanaxê û Girava Çûkan e. Gola Wanê di demên dîrokê de bi navên wek Behra Bilind, Behra Nari, Behra Jorîn û Deryaçe[çavkanî hewce ye] (Derya Biçûk) hildigire. Ava golê pir şor û sodayî ye. Bê sebûn kef dide û bêyî madeyên paqijiyê ji her tişt di nav de tê şûştin û paqijkirin. Tê gotin ku ava şor û sodayî ya gola Wanê ji bo nexweşiyên çermî baş e. Gol her demsal û her saet, rojhilat û rojavayê de rengekî cuda digire. Qeraxên wê hêşîn in û plajên xwezayî li derdora golê hene.
Li behra Wanê temaşekirina rojavayê tiştekî jênager e. Bi van hemû taybetmediyên xwe Gola Wanê hêjayî dîtinêye.
$Naverok$
1 Afirîna golê
2 Dîrok
3 Erdnasî
4 Werziş
5 Giravên Gola Wanê
6 Galerî
7 Çavkanî
8 Girêdanên derve
Afirîna golê
Gola Wanê, li beşa rojavayê de di pêkhatina tektonîkî ya di navbera Torosên Rojhilat û Aladaxan de cih digire. Li rojava û bakurê rojavayê golê çend volkanên vemirî hene. Çiyayê Sîpan û Çiyayê Nemrûd çend ji van volkanên vemirî ne. Nêzî 200 hezar sal berê, di nîveka Serdema Qeşayê de, lavên ku ji Çiyayê Nemrut diherikî bi dirêjahiya zêdeyî 60 km herikîn pêk anî. Dema ku vê herikîna lavê di navbera korta Wanê û Mûş de avê astengkir û Gola Wanê destbi tijîkirinê bû.
Dîrok
Navê Gola Wanê ji aliyê erdnîgarên grek ên kevnar ve wekî Thospitis Lacus yan jî Arsissa Lacus hatine binavkirin. Navê Gola Wanê di demên nûjen de navê xwe îro ji parêzgeha Wanê wergirtîye. Paytexta Keyaniya Urartu li peravên rojhilatê golê di navbera sedsalên 10 û 8an ên Beriya Zayînê de hatiye avakirin.
Di sala 2017an de, arkeologên Zanîngeha Wanê û tîmek avjenîbên serbixwe ên ku di kûrahiya Gola Wanê lêkolîn kirin, ragihandin ku kelehekî mezin a binê avê ku bi qasî yek kîlometrekê dirêj dibe dîtine.[1] Tîm texmîn dike ku ev keleh di dema Urartûyan de, li gorî nirxandinên wan ên dîtbarî, hatiye çêkirin. Keleh, bi dorgirtina bajarên kevnare ku wê demê dor hatine avakirin hatiye dorpêçkirin. Arkeologa texmînkirin nku bi hezarsalan bi bilindbûna avê re keleh û bajarê kevnar binav bûye.[2]
Erdnasî
Gola Wanê golek tektonîkî ye ku 600.000 sal berê ji ber tevgera xeta jikestinên mezin ên ku di beşê Anatoliya Rojhilat re derbas bûye û hêdî hêdî daketina blokek mezin a axê çêbû ye. Qeraxa başûrê golê diyar dike: herêmek kevirê metamorfîk a herêma Girseya Bidlîsê û tebeqeyên volkanî yên Neojen û Kuaterner ve hatiye dorpêçkirin. Dabeşa kûr û rojava ya golê di depresyonek tektonîkî de hewzek antidome ye. Ev ji hêla devdan û pêvekirina normal-lêdana jikestinê ve hate çêkirin.
Piraniya dîroka xwe heta Dema Pleistosenê gola volkan a Çiyayê Sîpanê cih digire. Bi Kotrala r bi başûrê rojava ve bû a razandî., asta vê şeûdt okê bi demê re guherî, jiênber de cih digêniku ji Çiyayê Nemrûdyherikîn a li pey hea hyêogolê derketina golê ji aliyê malna Nemut ber bi rojava ber û Gola Wanê sal bi sal derkete holê.
Werziş
Gola Wanê, hinek caran ji gelek werzîşên avê, keştî û werzîşên peravê re mêvandariyê dike. Werzişên ku li Gola Wanê çêbûye û werzişên avê ya herî ku tê zanîn ev in, Şampiyoniya UIM World Offshore 225 Championship's IOC Van Grand Prix û Festîvala Gola Wanê ye.[1]
Wêneyek ji Grand Prix a UIM-IOC 2010 a li Gola Wanê.
Giravên Gola Wanê
Di Gola Wanê de çar girav hene:
Axtamar
Lîm
Artî
Çixatan (Gdûtz)
Di avên golê de masiyekî bi navê darex heye.