Di dîroka 17.09.1955an da li gundê Tilxezalê yê bi ser bajarê Kobanîyê va hatîye dinyayê. Xwendina xwe li gundewar û bajarê Kobanîyê kirîye.
Li dibistana sor a seretayî û dibistana Reş a navîn xwendîye, her du dibistan jî li Kobanîyê ne. Li Helebê jî; li dibistanên taybet ên El-Şehba û Helebê xwendina amadeyî xwendîye.
Li Libnanê di zankoya Beyrûta El-Erebîyê da beşa mafnasî ''Hiqûqî'' xwendîye, lê bi serî nekirîye. Ew ji destpêka jîyana xwe da ta roja îro, yek ji karkerên tevgera kurdî ye.
Bi taybet ê Partîya Demokrat a Kurdî ya Sûrîyê PDKSê.[1]