krem Zavê : Hunera wênesaziyê bi çêbûna mirovan re hatiye afirandin. Bi riya tabloyan, mirov hest û ramanên xwe derdixîne holê. Her wiha peyamê xwe bi tabloya xwe vedibêje.[1]
Di lêvegera lêkolînên dîrokî de tê payîn ku hunera wênesaziyê dîroka wê vedigere 20 hezar sal beriya zayinê. Bi rêya wênesaziya ku mirovan li ser kevir, dîwarên şkefta û hwd. Hest û şêvazê jiyana mirovên wê serdemê hatiye fêmkirin û lêkolînvanên dîrokê bi saya van wênesaziya hê bi zelalî gihîştine rastiya jiyana serdema beriya zanînê. Ji wêdemê heya niha bi pêşkeftina derfet û jiyana mirovahiyê hûnera wênesaziyê jî bê navber dom dike.
Ekrem Zavê jî yek ji şêwekarên kurd ên rojavayê Kurdistanê ye û li bajarê Hesekê dijî. Di sala 1974’an de li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Bi riya wênesaziyê hest û ramanên xwe derxîne holê û bi tabloyên xwe hêstên ku dijî, bi civakê dide parvekirin û peyamekê bi wê tabloya xwe vedibêje. Zavê bi karekter û şêweyê xwe yê cuda bala hunerhezan dikişîne ser tabloyên xwe. Heta niha Zavê tevlî gelek pêşengehên taybet û yên komî bûye.
Ekrem Zavê li ser wênesaziyê û kurte jiyana xwe, wênesaz û şêwekar Ekrem Zavê ji me re axivî.
“Ji zaroktiyê dest pê kir…”
Ekrem Zavê diyar kir ku di temenê xwe yê çûkatiyê de dest bi karê şêwekariyê kiriye û wiha axivî: “Di jiyana her mirovî de hunera xeyala xewnên zaroktiyê heye. Li gorî wî xeyalî dibe xwedî pêşe û kar. Lewra bi israr û xwesteka dilê mirov, ew hêdî hêdî dibe xwedî berhem û huner. Di temenê zaroktiya min de daxwaz û hezkirineke mezin ya min, ji bo wênesaziyê hebû. Hîna ez biçûk bûm ku min wateya şêwekariyê jî nedizanî, min pêkerên lawiran çêdikrin û ez li ser dixebitîm.”
Zavê da zanîn ku tevaya tabloyên wî li ser êş û elemên civakê ne û wiha axaftina xwe dewam kir: “Tabloyên min li ser şer û wêrankirinê ne. Ez êş û azarên mirovan didim pêş. Cîhan tev êşa şer dibîne û kuştin li her derê belav dibe. Ji ber ku erkê her kesî ye parastina xaka xwe bike, li dijî kujeran berxwedanê bike, min cihê xwe di nava şerê li dijî çeteyê DAIŞ’ê girt. Her wiha min wêne jî xêz dikirin, Sala 2016’an ez birîndar bûm, lê min dest ji xaka xwe berneda.”
Zavê balkişand ser heskirina ji wênesaziyê re û wiha dewamî da axaftina xwe: “Min xwendina xwe bidawî nekir, min pir ji wênesaziyê hezdikir û bi xwe fêrî wê bûm. Dema em çûn bajar min gelek şêwekar naskirin û min xwe pêş xist. Dayîka min piştgiriya min kir. Her wiha ez bi şêwekarê Îtalî Albêrto Jokomîtî bandor bûm. Kêfa min pir ji hunera wî re hat û min xwest bibim weke wî. Ez hestên xwe xêz dikim. Dema îro derfetên pêşxistinê zêde bûne. Mirov dikare ji enternêtê fêrî her tiştî bibe. Di riya wê re ti dikare di seatekê de li sed tabloyî binêre.”
Zavê diyar kir ku tabloyên wî li gelek welatan belav bûne û wiha dewamî da axaftina xwe : “Jimara tabloyên min zêdeyî 3 hezar tabloyî ne, pêşengehên min li gelek welatan hatine lidarxistin. Her tabloyek ji tabloyên min beşek ji jiyana min e. Dema xêzkirina wêneyan , ez bi buhayên firoştina wan nafikirim. Lê ez dixwazim sînor li pêş tablêyên min nemînin û li her derê cîhanê belav bibin. Dema tabloyên mirov li cîhanê belav bibe e û bibe weke çandekê , wê demê mirov xwedî şense. Ez dixwazim berî ku ji jiyanê barkim hijmarek mezin ji tabloyan xêz bikim. Ew tevayî reng û hestên min dihewîn in.”[1]