Osman Dadelî sala 1946`an li gundê Dadelî yê rojavayê Kobanê hat dinê. Demeke kin piştî jidayikbûna wî, bavê wî jiyana xwe ji dest dide û dayika wî, wî mezin dike. Osman Dadelî zaroktiya xwe li gund derbas dike.
Xwendina seretayî, navîn û amadehî li dibistanên Kobanê dixwîne û ezmûnên xwe yên amadehiyê li bajarê Helebê dike. Piştî karnameyê werdigire di Zanîngeha Helebê de beşa hiqûqê dixwîne.
Piştî 2 salan ji xwendinê Osman Dadelî dev ji zanîngehê berdide û li dibistanên gundê xwe û gundên Kobanê, bajarên Minbic û Babê heta 7 salan mamostetiyê dike. Ji ber vê yekê ew bi navê Mamoste Osman tê naskirin.
Di salên 80`yî yên sedsala borî de dema ku tevgera rizgariyê ya Kurdistanê dikeve Rojava, ew jî tevgerê nas dike û fikrên rêber Abdullah Ocalan bandore lê dikin.
Di sala 1990`î de Mamoste Osman xwe ji bo endamtiya Meclisa Gel a Kobanê dibe namzet û di hilbijartinan de bi ser dikeve. Piştî erkên peywira xwe ya yekemîn pêk tîne, careke din dibe namzet. Tevî ku wê demê gelek dengan bi dest dixe jî, lê belê bi ser nakeve. Ji ber ku rejîma Sûriyê jê ditirsî û ji ber navdarbûna wî di nava gelê herêmê de, rejîmê gelek hesab jê re dikirin.
Piştî rojekê ji derketina ji parlamanê, Osman Dadelî ji aliyê rejîma Baasê ve tê girtin û 3 mehan girtî dimîne. Sala 1999`an careke din tê girtin û di girtîgehê de 2 mehan tê ragirtin. Dema ku tê berdan jî, di bin çavdêriya Baasê de dimîne.
Di Kanûna 2006`an de wezîrê karên hundir ê Tirkiyê serdana Sûriyê dike û bi aliyê Sûriyê re peymanekê îmze dike. Yek ji bendên sereke yên peymanê, girtina hemû endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ye ku di nav gel de çalak in. Li ser vê yekê hêzên rejîma Sûriyê her du endamên PYD`ê li herêma Kobanê Mamoste Osman û Eyşê Efendî digirin û wan dibin girtîgeha siyasî ya li Helebê. Rêjîma Sûriyê destûra hevdîtinê nade malbata Mamoste Osman û demên pêkanîna hevdîtinan taloq dike.
Da ku cihê şehîd neyê naskirin, rejîma Sûriyê Osman Dadelî bi navekî din derbasî nexweşxaneyê dike. Piştî serdana nexweşxaneyên Helebê tê kirin, ji ber îşkenceya girtîgehê bi zehmetî Osman tê naskirin.
Di dema mayîna wî li nexweşxaneyê de wesiyeta şehîd Osman Dadelî ji hemû hevalên xwe re ew bû ku çalakiyên xwe yên civakî li herêmê berdewam bikin.
Di 18`ê Sibata 2008`an de di encama nexweşiyeke dijwar a ji ber îşkenceya hovane ya rejîma Sûriyê, mamoste Osman Dadelî şehîd dibe.[1]