Navê pirtûkê: Sîyabend û Xecê
Navê nivîskar: Siyabendê Semend
Navê wergêr: J. Silav
Wergera ji ziman: Kurmacî - kurdî serû - Tîpa Slavî
Cihê çapkirina pirtûkê: Sofya
Navê çapxaneyê: Roj
Sala çapê: 1995
[1]
Bihar bû, bihar, gul-sosina bîndabû,
Ji baranê, kesksorê şax vedabû,
Avêd berfêd belekîya pêldida,
Ji qûntarêd çîya dikişîya.
Pêlêd sipî diketine nav gelîya,
Dilezyan, xwe digîhîandine çayra,
Xwe digihîande deşt û zozana,
Nolî kamçûyê dest huba yara.
Bîna cinetê ketye mêrg-çîmena,
Çîya xweşkiribûn bengzê zozana,
Dinîya ji xewê rabû tevi rihana.